Mihemedê me îmana meselê teneke kir

Mehmet Ocalan (brayê A.Ocalan) hevpeyvînek qerase da rojnameya Turkiye û îmana meselê teneke kir. Heta niha hinek zimandirêjan digot: “Mihemedê me gundîyekî xwedê ye, nikare du gotinan bîne ser hev” û ew didan ber lotikan. Lê qarda?im, bi dîn û îman, ez dibêjim heta îro belkî sayin Abdullah û Osman Ocalan jî hevpeyvînek ewqasî xwe? û di ciyê xwe de nedane çapemenîya Tirkiyê. Kuro hilandiye ha, îman li rojnamevanê rojnama Turkîye çikandiye û tirr tê de kirine fis ellawekîl. Aferîn cîgerim Mihemed Ocalan aferîn, bi sê telaqan tu qeraseyekî zilamayî!

mehmet ocalan

Werhasil, Mihemedê me di her warî de dîtinên xwe tîne zimên û bersivên pir maqûl û aqlêselîm dide pirsên rojnamevanê Tirk.

Mihemedê me di derbarê malbata xwe de bi ?e? telaqan sûnd dixwe ku “dê, bav û wek malbat xalis muxlis Kurd in û tu bêhna Tirkan ji malbata wan nayê”.

Di derbarê Qendîlê de dibêje:”Ji ber ku rêveberîya Qendîlê çareserkirina pirsa Kurd a bi rêya demokratîk xelet dibîne, naxwaze Qendîlê vala bike. Lê ez rêdana demokratîk wek gavek ba? dibînim û destekê didimê” û lotikekê li generalên Qendîlê dixe.

mehmet ocalan2
Mihemedê me pi?tre lotikek bêîman li brayê xwe Osman Ocalan dixe û dibêje:“Osman mirovekî bê ?exsîyet e û pir zû kare bê bikaranîn. Dilê min bi Osmanê me di?ewite. Insanekî bê ?exsîyet e û kare ji bo berjewendîya xwe malbata xwe û gelê Kurd bi kar bîne. Lê Apo ne wilo ye, Kurd guh didin gotinên wî“ filan û xeftan.  

Ez serê we û Mihemedê xwe neê?înim, Mihemed Ocalan xwe? ajot, hûr lêxist û kûr lêxist.

Heçê bawer neke, bila hevpeyvîna wî di rojnama Turkîye de bixwîne û hûn sax….

Enqere

About The Author