firkandinApekî min rojekê li mal rûni?tiye televîzyonê tema?e dike. Saet yekê ?evê ye. Camêro sincirandiye û li filmekî erotîk digere. Hûndirê televîzyonê ji hev de dixe, ji qenalekê xwe davê qenalekê. Çiqas dewlet li ser rûyê dinyê hebe, yek bi yek qenalên gi?an di çav re derbas dike. Ji qenalên tirkî dikeviyê, di yên Emrîkî re derdikeve, di qenalên ereban re dikeviyê, di yên rojhilatê dûr re derdikeve. Lê dike û nake camêr bi ser nakeve.

Saet yekê ?evê ye û hemû qenalan xwe re? gêrêdane.

Apê min jî sincirandiye û bi dîwêr ve radipelike. Jixwe xêr di jinê de nemaye; ji mêj de wê teqawît kiriye û teskereya wê kiriye bin çengê wê. Xanimê ji wardiya ?evê ketiye û tenê kar û ?ixûlê nava rojê dike. Yanî bi kurtasî, bi roj dixebite û bi ?ev jî radizê…

Bêlê, berî çavên apê min herin ser hev, bêhemdî apê min pêrgî qenaleke Malezyayê tê. Ziq û matmayî bala xwe dide ekranê. Bernameyek li ser ekranê ye, bernameya firkandinê, ne ya hevfirkandinê haa! ?a? fahm nekin ya tenê firkandinê yanî masaj masaj…

Tu li ser pi?tê vedikeve, çîpên xwe radidî û pi?ta xwe didî dîwêr. Pispor, bi wan destên xwe yên kêrhatî, dest bi firkandina lingan dike. Ji firkandina lingan têdigihê bê nexwe?î di ku derê te de heye.

Werhasil ev dîmen, ev rêbaz bandoreke mezin li apê min çêdike û apê min tevî ?elwêr û çefiya serê xwe, çawa dibe sibe, bilêta xwe ya balafirê dibire û berê xwe dide Malezyayê.

Li Malezyayê peya dibe peya nabe, sikak bi sikak, kûçe bi kûçe, kolan bi kolan dest bi lêgerîna wê navnî?anê dike.

Ne bi zimanê wan, ne jî bi nivîsa wan zane. Mîna koran bi vir de û wê de zîz dibe.

Ni?tecihên Malezî jî, çav ?elwêr û çefiya serê apê min dikevin, di serê xwe de dibên, bi telaq me ji xwe re meymûnek zevft kir, em ji xwe re kêfê lê biqewitînin. Ên ku zimanê xwe jê re derdixin, ên ku dikin fîqefîq û pê dikenin, ên ku çavên xwe jê re belovacî dikin û hwd. Apê min jî tê sond bixwe ku ji qefesê reviyaye û ?a? û matmayî li derdora xwe dinêre û bi tirs sikak û kûça li hev badide.

Carekê ji ni?ka ve yek ?emaqê dadiwe?îne pa? stûyê wî, kejika stûyê wî jan dide, agir ji ber ?emaqê piloz dibe. Li xwe dizîvire û dibîne, bi sedan kes li dû wî ne û hemû jî di?ibin hev… Li kê dinêre zimanê xwe jê re derdixe. Dibe niçeniça wî û di ber xwe de dibêje:

“Ez çi hatim welatê kera law! Qey van ji xwe pê ve kes nedîtine.”

Hê wiha difikire, yekî kurd, apê min ji ?elwêr û çefiya serê wî dinase û ber bi wî ve tê û silavekê didê. Ku apê min çav lê dikeve, wek zaroka çav diya xwe bikeve, ?ewq ji çavan diçirise. Dibê:

“Kuro law ev çi qe?mer in! Min ti?tê wisa ne dîtiye, tê bê qey min di ser diya xwe de zevft kirine law! Bi çavên dijmina li min dinêrin.”

Camêrê kurd dibê:

“Na heyran na, wisa nefikire, adeta wan ev e adet.”

Apê min dibê:

“Ez di orta adeta wan de bimîzim! Çawa adet e gidî!”

Camêr dibê:

“Nalet li çavê ?eytên! Ka ji birayê xwe re bibêje, çi karê te heye li vir kuro?”

Apê min kaxiza ku navnî?an tê de ye dixe kefa destê wî û dibê:

“Aaa ez li vê navnî?anê digerim. Te bi xêra dê û bavê xwe min bibira wir.” Camêr dide pê?iya wî û wî dibe ber deriyê wê navnî?anê. Apê min ji kêfê xatir ji zilamê xwe naxwaze û xwe li derî diqewimîne. Yekî serê wî rût û çavnûtikî li devê derî wî pê?wazî dike.

Ser rût, li devê derî apê min li pi?ta xwe dike û di bin apê min de dide çargav û berê wî dide odeya masajê. Wî li ser pi?tê vedixe. Apê min xwe dimerixîne û ciyê xwe xwe? dike. Ser rût, macûnekê li nav tiliyên ling û ser pi?t û binê ling belav dike û xwe amade dike ku dest bi sinhetê xwe bike, lê mixabin, camêr pa? ve xwe diki?îne û dibe ufe ufa wî. Bêhna berata xenzîr ji lingên apê min difûre. Mêrik bi desta jê re dibê bide dû min ya beraz!

Apê min xwe pîs dike û difiskirîne û dide pey ser rût. Ser rût wî dibe ser?okê, bi sê-çar ?ampûwanên ji hev cuda lingên wî di?o û dîsa wî tîne li ciyê wî vedixe. Camêr xwe amade dike ku bifirkîne, heman bêhn dîsa ji ling difûre. Hinek kolonya, parfum li ser dire?îne, lê dîsa fêde nake.

Mêrik ji apê min re dibê:

“Rabe ser xwe û biceheme ji vir derkeve, ji bêhna lingên te wê tu kes êdî bes were vir.”

Apê min dibê:

“Min di qralê te niyho! Ew bêhna ku tu xwe pê aciz dikî, ne ji lingên min, ji qûna te tê kurê kerê ji qûna te. Ew qûna te yî weke kewarekê, ew fer?ê qûna te weke fer?ên a?a û ne eyb û ne fedî tu henekê xwe bi min dikî û wechê xwe ji min re tir?o tahlî dikî! De here te di ?imikê niyho!”

Apê min kejika stûyê xwe dixwirîne û berê dide mala xwe û welatê xwe…

About The Author