Psîkolojiya Kurmancê ji ba?ûr

Beranê Gunikre?

Bi navê xwedê em Kurd merivên pir entîqe û artîst in lo. Dijminên kunde yên bê derpî û bi kunên pox oxlî pox wîjdanê me yê Kurdbûnê kirine wek hevîrtir? qerda?im. Ne tê xwarin û ne jî tê avêtin ha.

De ez werim ser mijara mesela me ya ecêb.

Ê helbet hûn nizanin ku ez merivekî pir rêxistinî me û hertim pesnê rêxistinbûnê didim. Tew min pisîkên xwe jî mîna xwe bi rêxistin kiriye, bi dorê ji malê derdikevin û bi dorê jî dikevin malê cîgerlerim. Law de hele hûn carê çûyîna wan ya nêçîrê bibînin, çi esalet e yaaa rebbîîî! Gava ez wan wilo bi îstîqrar dibînim, xwe bi xwe dibêjim, welle yabo keda min bi avê da neçûye.

We dît ez ji mesela xwe dîsan dûr ketim û çûm ketim nav meseleyeke ne seksî.

Hevalekî min yê bajarvanî, ku li Ewrûpê bi zerikan radikeve û bi zerikan radibe, rojekê ji min ra çîrokek Kurmancê me yê ba?ûrî got û hew. Kekê min yê ne simbêlboq li Ewrûpê carina dihere tercumantiyê dike û pê jî nan û pîvaza mala xwe dikire. Rojekê textoreke xanim jê ra telefon dike û dibêje:

“Ma cîgerim filan û bêvan rojê wextê te heye ji bo nexwe?ekî min yê nû, psîkolojiya wî tew bûye wekî ?orba nîskê yaw. Te got çi?”

“No problem xatûna min, okeyyy!”

Tabî roja tedawiya ruhî tê û hersê di odeyek qirase da tên ba hev û dest pê dikin ku tirrê ji meselê berdin. Bi vir û wir da dipeyivin, li ser xewnên kê kire kê, kî li bin kê û kî li ser kê, dawiyê toxtir xatun dibêje:

“Binêre cîgerim, êdî em nikarin fissên te bikin tirrên ?emamokî dînime îmanime. Bo xatirê kî..ê lawê min, ezê ji te ra dermanekî binivîsîm. Heger te sed û yek rojan ew dermana girt, yan tuyê bi temamî bibî fisso yan jî bibî tirro. Welle xwedê dizane, dibe ku bi vî dermanî tesîrek ecêb çêbibe û car carina “ereksiyonek” wek xiyarê kerê jî çêbibe”.

Sayin erqade?ler, îcar Kurmancê me yê ba?ûrî peyva „ereksiyon“ fahm nake. Hevalê min dibêje:

“Lan oxlim ereksiyon ha! Ma gava kerê nêr kera mê dibîne çi dibe hi? Law gava dêlik li ber segên harbûyî dêla xwe dihejînin û xwe virda wirda ba dikin, çi dibe hi?”.

Lê Kurmacê me fam nake û fam nake. Dawiyê tercumanê me bi zimanekî mêranî mebesta textor xanimê jê ra wek dersa biyolojiyê îzeh dike:

“Binêrê oxlim, dibêje, dibe ku ji ber vî dermanî carna kî..ê te li te rabe, bibe wek xiyarê bergîlekî û cardin jî danekeve neyê ser riya îmanê. Ji bo vê jî divê tu bi lez herî nexwe?xanê be?a acîlê heyatim. Te got çi? Ma tu dixwazî?”.

Lê Kurmancê me yê ba?ûrî ji kuna xwe ditirse û dibêje: “Bo xwedê, ma dextor xanim nikare bi lez were mala min û meselê hal bike hi? Bi qur’an ezê spasdarê wê bim lo.”

Welle û bille bila haya we ji tedawiyên psîkolojîk hebe qerda?im. Ma kî nizane ku aqilê me Kurdan di serê kî….ê me da ye cîgerlerim?!

About The Author