Xebatê tirr ji wan berdaye

Çang Çîng  Çong

Japon yek ji wan milletan e ku di dinyayê de herî zêde kar dikin, serê wan dixebite û di warê teknolojîyê de jêhatî ne. Lê helbet ev jêhatîbûna wan malikê jî li wan dibe mîratê û qû?ê li wan diqetîne.

Li gora destûra kar û xebata desthilatdarîya Japonyayê, mafê Japonan heye ku salê tenê 8.5 rojan betal bimînin. Li welatên Ewrûpayê salê mehek mafê karkiran heye ku betlana xwe bikin û biçin kêf û seyranê. Lê qûn li Japonan qetiyaye û salê tenê 8.5 rojan (he?t û nîv) karin lotikan bavêjin. Wekî din mecbûrin wek hespên serxwe? bixebitin û tirr di wan de bibin fiissssssssssssssss!

Axir, li gora ku tê gotin û îstatîstîkan nî?an daye, li Japonyayê salê 10.000 (deh hezar) Japonî ji ber kar û xebata zêde dimrin û berê xwe didin cehnemê. JI ber ku zêde dixebitin û bedena wan xwe li ber lotikên xebatê nagre, dibin wek mirî?ka serjêkirî û li ?ipyan (li ser lingan) di xewre diçin û dimrin.

Ji ber van pirsgirêkan, niha hikûmeta Japonya helw dide ku betlana wan salê ji 8.5 rojan derxe 18 rojan.  Ê helbet dibêjin kêfa Japonan jî pir tê haaaaa, salê 18 rojên qerase law! 8.5 roj li kuuuuuuuuu û 18 roj li kuuuu!

Werhasilî kelam, heta ku qanûna 18 rojan derkeve wê çend Japonên din bimrin nizanim, lê ez zanim ku kar û xebata zêde qû? li wan qetandiye û hew. Çawa ku li Rûsyayê „vodka“yê qûn li Rûsan dirandiye û salê 80 hezar Rûs ji ber vexwarina vodkayê dimrin, li Japonyayê jî î? û karê zêde bûye melkemotê ser serê Japonên reben.

Xwedê alîkarê wan be rebbî…

Hong Kong

About The Author