NAMÛS BÛYE BÎSTÛPÊNC QIRÛ? !

Xwedê kesekî bê war û bê ni?tîman neke û xîzan nebe. An her ti?t tê serê wan. Namûsa mirov jî wek qereçîyan dibe bîstûpênç qirû?.

Wexteki qereçî nêzî gundan konê xwe vedigirtin. Hinek ji wan bi dirançêkirinê, hinekan jî serad û bêjing çêdikirin û pê derbasîya dinyayê dibû. Hinek jinên wan jî la?ê xwe difrotin mixabin.

Nûro û Misto ciwanxort bûn. Li duçerxeyên (pisqilêt) xwe siwarbûn û ji bo lotikan berê xwe dan konê qereçîyan. Bi jinikek qereçî re ketin bazarê.

Nûro gotê: “Em dixwazin bi te re bikevin lotikan, tu yê bi çend pere carek bidî me?

Qereçîyê got: “ Serê her carê hûnê 50 qirû?î bidin min”.

Nûro li çavê Misto mêze kir, bi nî?an û i?maran  hev serwext kirin ku biha ye. Jinikê got: “ De hûn xort in ez dilê we ne?ikînim, bila ji bo we her carek bi 25 qirû?an be“.

Werhasil, Nûro û Misto her yekê wan ji xwe xwedîyê 50 qirû?î bûn. Herduyan du car bazdan ser qereçîyê, dilê xwe rehet kirin lê jê têr nebûne. Ji kon derdikevin çi bibînin! Waye zarokên qereçîyan li duçerxeyên wan siwar in û digerin.

Nûro deng li zarokan kir û got: “ Lo law ma bê pere nabe hûn li duçerxeyan siwar bûne !

Zarokan got: “ Kekê ma bi çend pere ye, ka em pere bidin te û siwarbin“ Nûro got: “ Aha ji vir heta wê darê ge?tek 25 qirû? e, we fêhm kir ne wisa!

Zarok revîyan konan ji dayîkên xwe 25 qirû? standin û hatin. Nûro û Misto gelek ?a bûn .

Bi pereyên zarokan bi dayîkên wan re diketin bin lihêfê û dikevin lotikan.

Ev danûstandin gelek caran dom dike. Jinika qereçi gava ?îyar dibe ku zarok tên jê pere dixwazin û dibin didin Nûro û Misto, dibê: “ Wey segbav kurê segbavan, hûn ji me distînin didin duçerxeyê, ew jî bi wan peran di dayîkên we dinin“.

Axir pê dihesin lê  êdî  bêkêr e.

Ev meseleya me û Tirka ye. ?irketên wan nijadperestan  li ba?ûr pere qezenç dikin û bê?ê didin dewleta xwe . Ew jî dibe bombe û fî?ek li bakur me dikuje bêguman. De were dîn nebe û kirasê xwe neçirîne bavooooo !

Ma hûnê heta kengî dijminê xwe xurt bikin! Ez serê xwe hilînim biçim çol û yabanan, hûn jî serê xwe biê?înin lo…Ma evqas jî nezanî nabe ha,wî!

Kurdistan

About The Author