Lotikxanê herdu dan berdan

Pi?tî ku siyasetmedarên me Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal ji alî lotikvanên Belçîqî ve hatin girtin, em wek sîxurên Lotikxanê ketin nav xir û cirê û me Belçîqa serûbinê hev kir. Bi taybet mi?kên me yên sîxur dikan, mal û febrîqeyên Belçîqîyan herifandin û bi ser xwarinên wan de rîtin. Ji ber vê çalakîya mi?kên Lotikxanê, hikûmeta Belçîqî ket helakê û çavtirsandî bû.

Werhasil, pi?tî operasyona mi?k û sîxurên Lotikxanê, ba?çawî?ên Belçîqayê bi rêya qasidên xwe peyamên a?tîyê ji me re ?andin û doza hevdîtinê kirin. Pi?tî lêborîn û destmaçîkirinê, sîxurên me û ba?çawî?ên Belçîqayê di ?ikeftekê de hevdu dîtin û li ser van xalan li hev hatin:

1- Divê Zubeyir Aydar, Remzî Kartal û çend kesên din bi lez û bez serbest bên berdan.

2- Divê carek din bê destûra Lotikxanê êrî?î ser Roj TV neyê kirin.

3- Divê dewleta Belçîqî wek tazmînat sê çewal nîsk, pênc telîs pîvaz û 25 xurcik meqerna bide xebatkarên Roj TV û Lotikxanê.

4- Divê dewleta Belçîqî 70 horîyên Belçîqî (ji wanên bejinbilind, porzer û memikmezin) wek xelat bide sofî û mirîdên Lotikxanê û xortekî 21 salî jî wek xizmetkar bide ber destê xaltîka Fatê.

Werhasilî kelam, pi?tî lihevhatina me dewleta Belçîqî siyasetmedarên me cîgerim Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal serbest berdan. Lê bêbavan hîna nîsk, pîvaz û meqerna ne?andine. Emê sê çar rojên din jî bêhna xwe fireh bikin. Heger pêjna nîsk, pîvaz û meqernayê nehat, em mecbûrin lihevhatina xwe xira bikin û dîsa mi?kên xwe yên canfeda bi?înin nav kuçe û kolanên Brukselê ellawekîl….

Belçîqa

About The Author