Kurdekan 58 lotik avêtin

Mihemed Soran

Encamên hilbijartinên Iraqê bi dawî bûn, dawet ferikî û berbûk hetikî.

Li ser bextê fitne û fesadên Iraqê be, dibêjin di encamên hilbijartinê de Nûrî Malikî ji paşde lotikek xwariye û Elawî bûye partîya yekemîn. Dibêjin heger tu pirsgirêk çênebin, wê Elawî bibe serokwezîr û hê ne kifş e ka wê Nûrî Malikî di kîjan astê de lotikan bavêje.

Werhasil, heger em bên ser Kurdekanên canekem, dibêjin Kurdekanên me 58 kursî bi dest xistine û wê di meclîsê de bi 58 dengan dest bi lotikan bikin.

Hê ne kifş e ka wê mam Celal dîsa bibe serokkomarê Iraqê yan na, lê dibêjin bi taybet elokên Iraqê li dij serokkomarîya mam Celal derdikevin û dibêjin:”Êdî bes e, mamo qira me elokan anîye û qewmê me li ber man û nemanê ye” filan û fîstan. Herweha tê gotin ku elokên Iraqê meyla xwe dane ser Elawî û bawerin ku wê di serokwezîrîya Elawî de qanûnek ji bo elokan jî derkeve û xwarina goştê elokan bê heramkirin.

Axir, em wek sîxurên partîya Lotikxanê yên li Kurdistan û Iraqê, serketina Kurdekan pîroz dikin û ji wan re dolar û petrolek zêdetir dixwazin.

Silêmanî

About The Author