Agirê nava Gozê
Rêwîyê Kal
Mêrê Gozê bêwext diçe ber emrê xwedê ser dilovanî ya xwe. Gozê jinebî dimîne. Gozê dixwaze cardin here mêr bike, lê lawê wî Evdo rêdanîyê nadê. Gozê jî carê bi qesta ji Evdo re dibê: “ Ez nexweş im, min bibe ser doktor (bijîjk) “. Evdo çar neçar dayika xwe dibe ser doktor.
Doktor bi Tirkî jê dipirse dibê: “Sedema nerehetîya te, nexweşî ya te çi ye ? “
Gozê fêm nake ji ber ku Tirkî nizane. Evdo wergerîyê di navbera wan de dike. Gozê dibê: “ Zikê min diêşe, jan heye “.

Doktor dibê: “ Hela jê pirs bike , ba berdana (tirr- fis) dayîka te heye yan ne? “
Evdo gava pirs dike, Gozê dibê: “ Pepûûûûûkkk eyba reş , lawo ka ez çawa bêjim, ma şerm nîne! “
Doktor pirsa di duyemîn de dibê: “ Ka pirs bike agir girtina dayîka te heye gelo? “
Evdo, gava vê pirsê li dayika xwe werdigerîne; Gozê dibê: “ Wey rehmet li bavê doktor, binêr çawa bi nexweşîya min zane. Lê tu min fêm nakî lawo “
Werhasil, bi wî awayî Gozê merama xwe tîne zimên.
Ev jana di zikê me Kurdan de ye, yan wê bê çareserkirin, an jî emê biteqin!
Kesekî me fêm bike jî tune mixabin.
Bi şeş telaqan, heta em Kurd dest û piştgirîyê nedin hev, wê agirê di nava Gozê de her û her me Kurdan bişewitîne û hûn sax…
Kurdistan
Mal ne qeto .ma yabo tu dixtorè quzi?