P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Amerîka lotikek qerase li Tirkan xist


Hesen Almas

Talîya talî Tirk di tirsa xwe re derketin. Law ev tirs çi tiştekî pîs e, wey bavoooo wey bavoo!

Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneratîya Amerîkayê jenosîda Ermenîyan a 1915an xist dengdanê û di encamê de bi 23 dengan hat qebûlkirin. 22 endaman got naaaaaa û 23 endaman jî got belêêêêêê!

robert_menendez jpg

Li ser vê lotika nêîman, Tirk rabûn ser tapanan, kirin qîr û qiyamet û balozê xwe yê Amerîkayê bi paşde kişandin, mêrikan xwe xeyidandin.

Ê helbet rastî tehl e canim, ma herkes tehamilî rastîyê dike, na. Tew ji xwe cîgerim Tirk qardaşlerimiz qet û qet rastîyan qebûl nakin û alerjîya wan li hember rastîyê heye.

Werhasilî kelam, niha halîhazir navbera Tirkan û Amerîkayê bûye kafir kerafî. Îcar wê di pêşerojê de çi lotik û zîtirkan li hev xin xwedê zane û hûn sax…

Lê kêf kêfa Ermenîyan e û dibêjin:”Oxyannnnnnnn, talîya talî me ev tirr ji Tirkan re nehişt” û govend û dîlanê digerînin.  

Lê wê ev kêfa wan heta kengî bidome tenê Ezraîl û Cebraîl zane..

Amerîka

Ev nivîs 311 carî hatiye xwendin


4 şirove hene - “Amerîka lotikek qerase li Tirkan xist”

  1. Bi serè quzè dia xuna me ne xapinin.em zanin,hun seg u deliken.

  2. Bapîrên Kurdên me yî gêj û bêheş jî bi tev tirkên kunek û bêîsaf belengazên ermenan jî jenosîd û kirdikirin!!! Paşê tirkên kunek û kafir mê kurdan bi rastî gêjan jî jenosîd û kirdikirin û hetta niha jî dikin!!! Lê kî jenosîda kurdan yê bipajirîne? Hêêêêêê????

  3. yaw ,deve xwe nebin u ne iynin ,mesle qadiya cu, bes duv u terya pivekin ,u hun saxxxx

  4. Ji xwe re li encama vê dengdana bêinsaf temaşe bikin!?!? Ma her 22 kesên ku gotin NA nizanin ku jenosîda Tirkan li hember Ermeniyan ji Holocosta Cihuyan ne kêmtir e? Durûtiya DYA di vê de jî bang dike.
    Ji bo ku dilê hevalên xwe yên Tirk gelekî nehêlin, ji Belcîka daxwaz kirin ku bi ser ROJ-TVê û dezgehên din ên kurdan de bigrin û kesyetiyên navdar binçav bikin. Kurd dibêjin: Bi kerê nikare, dibeze kurtên. Lê dibînin ku goştê me jî êdî roj bi roj çirtir dibe û di gewriya wan û hevalbendên wan de dimîne. Ev kurdên dem û dewrana PKKe ne, ne yên serhildanên herêmî ne ku di navbera 2-3 mehan de werin maliştin.

Şirove bike