P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Bijî kerxaneyên demokratîk!


Kerxanecî Silo

Law kî dibê Kasimpaşalî Receb û hikûmeta wî azadî û demokrasîyê naxwaze? Kî dibê AKP gavên demokratîk navêje û reforman nake? Hema bi 101 telaqên jinberdanê, heçê wîjdanê xwe xira bike wê yekser berê xwe bide cehnemê lo, wey!

De ji xwe re li lotikên demokratîk û insanetîya hikûmeta Erdogan binerin û aha ji we re demokrasî û mafê mirovan:

“PROJEYA KERXANEYÊN DEMOKRATÎK!”

kerxane

Li ser bextê kerxaneyên demokratîk û qehpikên demokrasîxwaz be, dibêjin hikûmeta cîgerim Kasimpaşalî Receb, piştî “Rêdana Demokratîk”, îcar jî dest bi “Rêdana Kerxaneyên Demokratîk” dike û projeya kerxanê dixe jiyanê.

Dibêjin heyetek taybet ku pispor û zanyarên kerxane, xistin û derxistinê ne, wê serdana 56 kerxaneyên li seranserê Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bike û guh bide pirsgirêkên kerxanecî û zinêkarên welatparêz (ma law ji qehpikên kerxanan welatparêztir kes hene? Xizmeta ku ew ji gel û millet re dikin kes nake dînime îmanime). 

kerxane2

Axir, dibêjin wê heyeta kerxanecî ji kerxaneya Enqerê (kerxana paytextê lo) “Bentderesî” dest bi lotikan bike û yeko yeko li kerxanan bigere, çareserîyekê ji pirsgirêkên kerxanecîyên Tirkiyê re bibîne.

Li gora ku sîxurên Lotikxanê ketine arşîvên kerxaneyên dewletê, dibêjin li Tirkiyê nêzîkî 100 hezar xwefiroşên fermî û ne fermî hene û ha ha bi şev û roj xizmetê ji gel û millet re dikin. Yaw ev kerxanecî çi welat û milletperwer in hayhoooooo, kuro bi namûs heq e meriv xelata Nobelê bide wan. Wî!

kerxane3

Werhasilî kelam, demokrasîya Tirkiyê roj bi roj bi pêş dikeve. Va pirsgirêkên qehpik û kerxanecîyan jî tên çareserkirin qardaşim, ma hîna hûn doza çi li hikûmeta AKP û Kasimpaşalî Receb dikin yaw?

Ma çi?

Ma “Projeya Qûnekxaneyên Demokratîk!”

 Ez bi serê Îsa û Mûsa kim, xalê me Kasimpaşalî Receb daye dû qûna demokrasîyê û dev jê bernade. Yan wê Tirkiyê bike welatekî demokratîk û yan jî wê tiştekî din li ser ke û hûn sax….

Enqere

Ev nivîs 672 carî hatiye xwendin


8 şirove hene - “Bijî kerxaneyên demokratîk!”

  1. Welle qerdashim Qasimpashalî Reco pîroz dikim. Bila xwedê tam 101 zerik u nermikên agirpêketî bike qismetê wî law. Yaw heger ew kerxanena tune bin, kîjan babagît dikare namusa doxîna malbata xwe biparêze hi, kîjan? Bi navê we u xaltîka Fatê be, xatunên ku di kerxaneyan da shevên xwe kirine roj u rojên xwe jî kirine shev, ha babam kêfa xiyarên qeshartî tînin, sîstema civakê ji tevliheviyan dur dixin, gerek wekî însanan werin miemmele kirin, qet nebe bila qîmeta wan jî were zanîn, hurmet u rumet were nîshan dayîn fêlan u fistan. Law kî chi dixwaze u chawa dixwaze, dikare bi vî shiklî bijî shekerlerim. Heqqê tu kunekî tune ku shikil u shemalê jiyana xwe li kesên din bi zorê bide qebul kirin u wesselam.

  2. Bi serè isa,musa u haci elo,mehmed bey ti§tek zor xho§i cigerimè sor u spi.miroven §ore§ger pewiste bici qexpikèn sore§ger.parè Deriki ji mi.cara ewil sebil u bela§ bi bit .Nerhuner bila pornoci kemal bit.biji xerhane demokratik u ekolojik.

  3. Oxxxxx heyate..!!!

  4. Deriki beji bila sofi weziri assani ji ba te verè.em,e jera,zilik re§,lèv mezin xatunek ji Qunre§ peydakin.Qunre§en ji ummeta viè.pewistè camerè kurd enternasyonal bi.yallah rueh habibati.

  5. Bimirin Kunek u kunekhez! şerme hun van tistên bîj u seks derdixin hole u pîroz dibînin! Me qey got Lotikxane malpêreke cidiye!!!! Lê ev malpêr gelê kurd hinî kunektiye dike u xwe jî kurbana ole Islama dijmin dike!!! Pîîîîîîî her dere polîtîka tirka, wîîîîîîî!!!! Kanî Kurdistan? hêêêêê???!!!

  6. Bi burè wezir.mi gotina xwu §unva digrim.bes tu xers ne bit.amir mufrezè lotikxana cigerim nifisa mina bo wezir hildin .ji vè tika dikim.

  7. Spas Barzan! tu sax! Her bijî u miqatî xwe be!!

  8. wey bavo çend xweşe lı koye ew germik û nermikên turkoleran ez helandim min bîriya sing û berê wan kiriye ez tev caşên kurdıstanê bikim qurbana wan

Şirove bike