DARCIGARA YEK MITROOOOOO !!!
Bavê Ronahî
Demên ez zaro bûm, di heremên bajarê Cûlemêrgê de qaxiz peyda nedibûn. Lewra xelkê xwecihî yên cigarekêş qelûn dixebitandin. Qelûnên wan dirêj bûn. Xasma yên eşîreta Pinyanişîyan bi dirêjahîya xwe navdar bûn. Yên hinekan 75- 80 cm bûn. Wan ew qelûnên xwe dikirin pişt stûhê xwe û yê hinekan digehişt kelêjê (movika qûnê).
Lê piştî gund belav bûn, pelên cigaran û cigarên qaçax pir bûn û ew beşê çandê jî nema. Lê wusa xuya dike ew çanda kevnar nûjen dibe.

Mehmûdê Qewalî 42 salî ye û şofêrê qamyonê ye. Ew 27 sal in cigarê dikêşe. Ji ber cigarekêşanê cûreyên nexweşîyan jê re peyda dibin. Diçe doxtor, piştî maîne û tehlîlan doxtor jêre dibêjê:” Cigarê dûrî devê xwe bigire.”
Ser wê gotinê Mehmûd, ji xwe re darcigarek yek mitroyî ji dara spîndarê çêdike. Li gor fesad û ewanên sûka Cûlemêrgê, Mehmûd dibêje: “ Bi şeş telaqên jinberdanê, piştî vê darcigara yek mitroyî arêşeyên min kêm bûne wî”.
Vêcar gelî xwendevanên Lotikxanê, heke hûn nikarin cigarê biterîkînin, wek Mehmûdê Qewalî ji xwe re darcigarên dirêj çêkin.
Haaaaa ji bîr nekin!
Hûn dikarin wî darcigareyî jibo şer û pevçûnan jî bixebitînin û cezayê wê jî nîne. Min bixwe hem darcigare, hem jî qelûnek 40 cm heye.
Ji min gotin, hûn dikin an nakin hûn dizanin babam.
yawwww .eve niviskar ev kurdi ji ku anye ,ez té nagihim li malè cèkirye???…