P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Dêya xwe Asena bi şûnve anîn


Hirço

 

Hûn zanin, Tirk dibêjin:”Em ji Ergenekonê derketine rê û dêlegura bi navê Asenayê rêberîya me kiriye, em ji mirin û qirbûnê rizgar kirine”. Ji ber vê jî Tirk, dêlegura Asenayê wek dêya xwe dibînin û dibêjin:”Dînime îmanime em cewrikên Asenayê ne lan” û didin lotikan.

Werhasil, pisporên Tirkan kûçikek ji bajarê Sêwasê (Kangal) û dêlegurek ku hêsîr girtibûn û namûsa wê kiribûn pênc pere, bera ser hev dabûn û dêlegur avis mabû, zik lê bûbû meşk.

gur

Piştî ku dêlegur za, mexlûqatek “nîv kûçik û nîv gur” jê re çêbû.

Îcar Tirkan çi nav li vî mexlûqatî kiribe baş e gelî xwendevanan?

Turk kurdu” ango “gurê Tirk”.

Di vê derbarê de Perwerdekarê Beşê Bîyolojî yê Fakulteya Fen û Edebîtayê ya Zanîngeha Dumlupinarê Doç.Dr. Ahmet Selçûk Ozen, dibêje ku wan piştî xebatek şeş salan, karekî pîroz kiriye û “gurê Tirk” afirandiye. Ozen herweha dibêje ku “şikir ji xwedê re, êdî gurekî Tirkan jî heye. Çawa ku gurê Alman, gurê Kanadayê heye, êdî gurê Tirkan jî çêbûye ” û pesnê gurê Tirkan dide.

Ez serê we neêşînim, piştî sedê salan Tirkan dêlegura Asenayê afirandin û dayika xwe bi paşve anîn.

Birastî çima em Kurd navê gurên li çiyayên Kurdistanê nakin “gurên Kurd” yaw? Yan jî hirçên Kurd, keftarên Kurd, berazên Kurd, mişkên Kurd filan û fîstan.

Ê min bi xwe ez hirço me, “hirçê Kurd”im cîgerno.  Îcar hûn dibin çi ez nizanim…

Sêwas

Ev nivîs 235 carî hatiye xwendin


6 şirove hene - “Dêya xwe Asena bi şûnve anîn”

  1. ez xulam ,§a§ nebe ,ma naye bira we gava mam celal , ez (meri§kik kuda )na dim tirko
    u ne xasim mam celal ,gelik pir alok(kele§er)kurdi li ba wi hene!!!!!

  2. Gelo tirk zati dèlegur nebu? ji ber kè diya van asenayi.asena ne gurè mè,yi?ez gori civan karda§im,alok,a mam,e min gelekin.bes bo mamè min ,bo xwuye.mala min gunehkè seg,e Sèvasè.ji tirsa wezir ez nikarim doxina xwu vekim.bila xeci eli u mehmed bey bi Quteè tirka.

  3. Sayin Doç.Dr. Ahmet Selçûk Ozen-ê kunek, lan oxlim ma kîjan ehmeqê ehmeqên vê cîhanê nizane ku gur u kuchik dikarin bazdin ser hev u têjikan chêkin ha? Ma law kunekê heram tu nizanî ku mirovan berî deh hezar salan ji guran cara yekem ev kuchikên me yên îro girtin u perwerde kirin?
    Hey min li te kiro, ma tu nizanî ku di navbera gur u kuchikan da ji mîlyonekê yek be jî ti ferqeke genetîk tune?! Law cîranê me Hecî Brahîm vî tishtî hezar carî ji te bashtir dike dînime îmanime.
    Welle gava zirzopên weha bibin Doç. u Dr. u quzê kerê, de bila wê gavê xwedê ji wî milletê kunde ra bibe harîkar cîgerlerim.

  4. Qijiko.dersimi u kurdi .li ser serè Heci Brahime cirana vè sond u qesem.kurdiya te ji kurdiye a cigerimè sor u spi.bes mejia te veki porè Eraban Qijike.karda§im ewf mister dog,dr,kirè heci brahim filan u fistika xelfetiye pismame me.di ceribine bizivirè li ser asle xwu.deza tu fam kerdi?ciman ser Qijika dersime.

  5. Bijî lêkoşînêrên tirkan ku dapîra xwe re mêrek dîtîn zarok jê xistin.
    Lê tiştek balkêş heye li vir, mêrê delegure ASENA kûçikê me ye SÊWASÊ, aha niha tirk bûn dule kûçikên KURD!.
    Sêwasê kuta tirkan ‘turk kurt’ hat afirandin.
    Êêeee em çi bêjin me kuta tirka hat meydane gurê tirkan.
    Êdî tirk lotikan bavêjin bi zarokê kûçkê me yî Sêwasî.
    Bijlî zave me Sêwasî
    Xatûn a tirk jî bawerim tu car din qûnekîye neke tu kûçikên din vi xwe nexe!.

  6. Qirix evar ba§ .Qelina viè ci qasi?davet bu? ya na? bi def u zurnayi.?§emame ya kolbasti?

Şirove bike