Dizî dizî ye, firset e!
Bazê Qendîlê
Dizî çilo be, ji bo çi be, ew kesê ku dike her jê re dibêjin diz. Hin hene ji tunebûn û hejariye didizin, hin hene di xwîna wan de ye, hin in din jî hene ku kirine bazirganî û pê pere û malên xwe zêde dikin û qet çavên wan têr nabin.
Bavê dostekî min hebû, gelek caran min ew didît û pê re rûdiniştim, gotinên wî, henekên wî, dan û standina wî pir xweş bû. Ew bi temen bû, berî çend salan ew çû malavayî kir, sed rahmet li gora wî be. Îca wî mamê gotin xweş û şêrîn gelek caran jî deng û basa xortanya xwe dikir.

Carekê ji caran digot: “Dema ez cihêl bûm, min dikanek li bajêr naskiribû, her car ku diçûm tişt jê dikirîn, min fenek baş lê dikir. Perên wî di qutiyekê, li ser masê bûn. Îca dema min kîskê perên xwe derdixist ku heqê wî bidimê, min devê kîskê xwe bi ser qutiya wî de xwar dikir û çend qurûşek xwe dirjand nav perên wî. Û gava min ew qurûş ji nav wan derdixist, bi qasî deh car ji wan zêdetir bi yên xwe re radihiştê”.
Mamo wilo digot, pê re dikeniya û pesnê xwe û zîrektiya xwe dida, lê rahmet lê, yek care jî nedigot min jê didizîn, tenê weku jîrî, pehlewanî û zîrekî nîşan dida. Dibe wî mirovî ji feqîrî ew tişt dikir yan jî ji xwe re wek pehlewaniyekê didît.
Îro li Başûrê Kurdistanê bi sedan wek bavê wî dostê min çêbûne. Îca xwezî dizîya bi qurûşan, kuro qurûş kirine dolar û ewro laaw…! Dev ji lotik û motikan berdin, welleh tiştên wa dibin ku nakevin serê wan hirçên li çiyayên Kurdistanê wî! Dizîyên wana bûne çîrok û ketine devê hejaran! Ê ma çima na yabo, ketine nav koma dolaran, erê billeh! Îca de werin, em çend ji van dizîyên bêîman li jêr ji bo we bikin ristik û mistik û yê bawer kir kir û yê bawer nekir jî, ji vî ve, ihi! Hema nebe, hinekî dilê xwe rehet dikim û yê nebihîstiye, bera bibihîse!

Di parlementoya Kurdistanê de, dema xwestin budçeya herêma Kurdistanê şirove bikin û bipejirînin, tenê biryar dan ku her parlementerek sê çirkan baxêve. Digotin: “Eger zêde baxêvin dem têrê nake”.
Ê law oxlim, her yek ji we miaşê wî zêdeyî 10 melyon dînar e (dorî 8000 dolar), ji bilî vî alî û wî alî! Wê bi wan sê deqan çi bêjin û çi nebêjin? Îca bavo ez serê we neêşînim ew sê deqe bûn wek mesela 17 santîmên Girava Imraliyê, dê bi weledê xwe de rît!
Di nav Parlemanê de bû tofan û qêr û hawar! Gorankaran ev yek qebûl nekirin û destên xwe li masan xistin û piştre jî ji parlemanê çûne derve. Cîgirê serokê parlemanê ku ser bi Y.N.K ye, rabû pêşniyarek kir û wiha axivî: “Kaka ciyan, ez pêşniyar dikim ku berî rehetiya nîvro em biryarekê li ser budceyê bidin û hîn ku yên Goran li derve ne, firset e canekem”.Gotina firset e tê wateya gelek tişt û miştan. Xuyaye dixwestin gendeliya xwe zû zû veşêrin.
Îca ev gotin niha ketiye devê biçûk û mezinan, ango yê diçe bacanê sor bikire dibêje: “Niha firset e!”. Yê nan dikire dibêje: “Niha firset e!”. Yê pîvazan dikire dibêje: “Niha firset e!”
Îca tiştên di nav wê budceyê de hatine çine gelo?
Hinek ji yên eşkere bûne:
- Projeyek dirustkirina hin xaniyan ji bo awarekan, ji budceya par dawî bûne û xelk ketine wan xaniyan jî, careke din şandine nav budceya îsal. De ji hev derxin!
- Projenin hene ku kevirên wan ji par ve hatine danîn, pere lê hatine xerçkirin, lê ew proje tenê li ser kaxetan mane. Îca dixwazin kevirên wan projeyan rakin bibin cihekî din û budceyekê nû ji wan re hazir bikin. Wek nimûne: Xwendegehek ji bo gundekî, perên wê hatine xwarin û xwendegeh nehatiye dirustkirin. Xelkê gund jî bê çare mane û reviyane bajêr. Ê ji ber wilo pîvaz û tivrên wan ji Sûrî, Îran û Tirkî tên wey!
- Xwendegehek taybetî biyanî ku bi hîç şêweyek peywendiya hikûmetê pê re nîne (xwendegeha Şiweyfat) ku dixwazin li Dihokê dirust bikin, sî (30.000.000) melyon dolar jê re di nav budceyê de danîne. Beramberî wê jî, ji bo dirustkirina sê zanîngehên nû (dido li Germiyan û yek li Helebçe) tenê sî (30.000.000) melyon dolar jê re danîne. Ê kirine tirşik heyran! Ji bilî hin projeyên dinî ku tenê navên wan li ser kaxez û maxeza in, ji ber wilo jî yek ji Gorankaran di nav parlemanê de diqêriya û digot: Projên wehmîîîî!
- Ya ji hemûyan qebhettir ew e ku mirov dizîyê ji mala xwe bike. Şev namîne ku zêdetir ji 500 sitêrên (tîr) dagirtî ji petrola reş derbasî Îranê nebin. Ji erda xwe petrolê derdixin û bi dizî dibin bi nîvê nirx difroşin îranê. Ê yaw vana ser erd û bin-erd talan kirin, xelkên reben û hejar jî di vê zivistana sar û seqem de, bi zor û heft bela çend debeyek gaz bi dest wan dikeve ji bo ku xwe û zarokên xwe li ber germ bikin. Ê heyran kêr gihaye hestî, ma wê çilo xelk êdî li dijî vê gendelî û vê bêberpirsiyarê ranebin?
Mesele dûdirêj e û dawî lê nayê, lê ez dixwazim yek pirsyarê ji van kakacanan bikim:
Hûn bi şeref û namûsa xwe kin! Hûn bi rûmeta wê xwîna ku bostek erd nema û li ser nerijiya, hûn bi gorên şehîdên Helebçe, Enfal û Barzaniyan kin, hûnê çi bikin ji van peran? Hûnê di ku xin û li ku veşêrin? Ê de bese wîî!
Bazê Qendîlê
Kurdistan, 4.3.2010