P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Em Lotikxanê difroşin!!!!!


Pîrkemal

seks comDibêjin:“Xwedê teala bi elb û çewalan bi ser hinekan de dibarîne“. Ewqasî ku şans û nesîbê hinekan fireh e. Ez bawerim tenê em Kurdên xwelîliserên bakur, rojava û rojhilat bê şans û nesîb mane. Maşelle Kurdekanên me yên başûrekan sînorê şans û nesîb jî buhurandine. Tew xwedê teala ne bi elb û çewalan, lê bi telîs, xurcik û bîdonan bi ser wan de barandiye. Wan 10 dixwest, xwedê 100 daye wan. Bi qewlê xwedê û saya serê xalê me G.W.Bûşh, canekanim ji tengasiyê derketin firehîyê û kêfa li ser kêfê dikin. Xwedê hîna jî bide wan rebbî…

Axir, mesela me li ser şans û nesîbê fireh bû.

De binerin bê qismetê zarokên xelkê çiqasî fireh e û bi saya malperên xwe çawa bûne milyoner.

Çend malperên ku tenê bi firotina navê xwe bûne milyoner ev in:

Sex.com: Bi 14 milyon dolar hat kirîn û xwedîyê wê yê niha ew derxistiye mazatê, bi 1 milyon dolar mazatê vedike.

gazino com

Vodka.com: Bi 3 milyon dolar hat firotin.

Toys.com: Bi 5.1 milyon dolar hatibû firotin

Israel.com: Bi 5.88 milyon dolar hat firotin.

Beer.com: Bi 7 milyon dolar hat firotin.

Diamond.com: Bi 7.5 milyon dolar hat firotin.

Business.com: Bi 7.5 milyon dolar hat firotin.

Porn.com: Bi 9.5 milyon dolar hat firotin.

Fund.com: Bi 9.99 milyon dolar hat firotin.
Û wekî din….

Hûn dibînin bê zarokên xelkê çawa jêhatî ne û malperên xwe bi milyon dolaran difroşin ne wilo?

Birastî gelo malperên Kurdî çend qirûşan dikin kes pê zane?

Ji bo ku em pê zanibin bê malperên Kurdî çend qirûşan dikin, emê ji Lotikxane.com ê dest pê bikin û wê bidin ber bazarê cîgerno.

Ji ber vê; em Lotikxane.com ê derdixin mazatê û difroşin gelî xwendevanan.

Vekirina mazata me ji „1000“ hezar dolarî dest pê dike.

Kî herî zêde bide û navekî qerase bi dû xwe xe, emê Lotikxanê jê re bixemilînin, bikin bûka serbixêlî, li ser pişta wî siwar kin û mehra wan bibirin.

De yallaa… Îsa û Mûsa li pişta we bin.

Haaaaaa, em xaltîka Fatê û Sofî Xelef jî belaş, bê pere, wek diyarî di ser re didin we ellawekîl..

Ev fersend carek din nayê haaaaa….

Ev nivîs 628 carî hatiye xwendin


3 şirove hene - “Em Lotikxanê difroşin!!!!!”

  1. ez hezar dolar û nîv qirûşkek didim =)

  2. eze malpere bekrim bi 10 .000 dolar ger win berdewam bekin u eze her sal keriya we bedim .je bo tekliya ser imaile je min re name beshin le deve qado sherin ne dinav we debe je ber kevamin jere naye u kecel u ferqe naxe nabera pelav u pel -av u win sax

  3. ohhhhhhhhhh beburin me je bira ker dev win xaltik xwe fate fgerinin kecik yan win we xweshik bedrun weka bere je ebr ez we texim ave u ger beq beqkonk je hatin demeki ne ne kecike u gelek lotik xwarine ha iedi bazar betale dibe.

Şirove bike