GARIS
Bavê Jîndar
GARIS
PANÎCÛM MÎLACEÛM
Garis hêşînhatek ji malbata dexlan (geniman ) e. Kêm zêde 300 cûre û awayên wê yên bejî û avî hene. Reh û rîşîyên wê xwe berdidin kûratîya axê û li hember zuwahî û bê avîyê zehf qahîm e. Bejna wê bi tîrane li ser gîyayek qamîşî 50-100 cm bilind dibe. Belgên wê keskêtarî û dirêj in. Di nîvê gîyayê wê yê qamîşî de ûşîyek çêdibe. Di wê ûşîyê de 800 – 3.000 libikên spî , zer û biriqokên wek xîzê (qum) hûr hene. Aha ji wî xîzê hûr re ”garis” an jî garisê mirîşk û çûkan tê gotin. Bi gelenperî garis li welatên wek Afrîqa jibo xwarina mirovan, li welatên din jibo qûtê mirîşk û balindeyên kedî tê çandin û gîyayê wê jî dibe alifê heywanan.Herweha ji garis Spîrto jî tê çêkirin.
Welat û dîrok: Welatê garis Kurdistan û Mezopotamya ye. Li gor destkevtîyên lêkolîn û lêgerînan; ji alîyê medenîyetên Asûr, Babîl, Med û milletên wan deveran dijîn ve çandinîya wê hatîye kirin. Ji 3000 salan zêdetir e li Almanya û Polonya jî çandinîya wê tê kirin. Welatê herî zêde lê tê çandin welatên Afrîqa, Pakîstan, Çîn û Rûsya ye. Li Kurdistana bakur bajarên ku herî zêde lê tên çandin Ruha, Amed, Kexta Sêrt, Bedlîs, Wan, û Hekarî ne. Li Hekarî û Wan ê bi şîr û dew nanek jê tê çêkirin û ji wî nanî re nanê “Kore “ tê gotin .
Berhevkirin: Garis biharan tê çandin, dema wek genim û ceh zer dibe tê berhevkirin, gêre kirin û hilanîn.
Têdahî: Lîf, Nişaste, Fosfor, Hesin, Magnezyûm, Tîyamîn, Nîyesîn, Çînko ,Paxir, Maganez, Karotenoît, Lûtêîn, Zeaxanthîn, Gilîkozîta domîn.
Kêrhatî: 1- Betilîna hiş ji holê radike. 2- Jîyan û rehan bihêz dike. 3- Jibo jinên dugîyan ( ducan-hemil-bi zaro) pir bi fayde ye. 4- Jibo nexweşîyên qefesa sing û agirê bilind zêde bi kêrhatî ye. 5-Îshalê dibire û destava zirav zêde dike. 6- Bandora wê ya alerjî rakirinê heye. 7- Jibo nexweşîya dil û şekir bi fayde ye. 8- Gellek vîtamînan di hundirê xwe de dihewîne û antîoksîdanek baş e. 9- Aramker û êşbir e.
Di derbarê garis de Îbn’î Sîna dibêje: “ Sê cûreyên wê hene. Yek wek birinc e lê birinc ji wê xwedîkertir e. Bandora garis ya qebizkirinê ji ya birincê zêdetir e. Di wê de hêza bêyîk û bisojeya zuhakirinê heye. Garis aramker û êşbir e. Heke bi kesê wê dixwe re herikandina îdrarê tunebe, wê pê jehrî bibe. Hinek hêza wê ya xwedîker heye. Heke bi şîr û ava kepekê nanê wê bê çêkirin, wê hêza wê ya xwedîker zêdetir be. Heke bi rûnê behîvan bê xwarin, wê gellek xwedîkertir be. Îdrarê diqulipîne, jibo mexdê hinekî giran e û nan jê tê çêkirin”.
Zulfîye Erdem û Muhfîye Akin dibêjin: “Nirxê bizrê wê yê xwedîker bilind e. Westîyana zêhn radike. Hezmê hêsan dike, teybetîya wê ya tedawîkirina arêşeyên aşikê û rûvikan heye”.


