P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Hunermendên binxetê bi xwe de berdan.


Zeko

Roja 12ê Adara 2004an dema Kurdên binxetê serî hildan, Sofî Xelefê min ji vir tûj ajot binxetê û çû ket nav wan. Di wê gavê de min got mêranîya sofî hebe bera nuha be, sofî çû û wan bêbavê cendirmên Sûrî ew miletê destvala dan ber gullan û agirê topên xwe. Kurdan peykerê wan şikand, wan 34 ciwanên wek çêlîyê şêran dan ber gullan. Ji wê rojê de min çarika reş ji ser serê xwe ranekirîye û Kurd bi hewara binxetê ve çûn, dunya ser û binî hev kirin.

Neyse, min serê we pir êşand. Wextî ez îro poşman bibama ku min ew êş kişand, lê cardî jî min got bera vê carê jî golikek garanekê xera neke.

newroz-herne-index

Erê yabo, min xwe hazir kir û bi qirikek tije girî û min berî da goristana şehîdên 12 Adarê. Nizanim kê ji min re got: „Pîrê tê here ku, te sofîkê xwe jibo Kurdên binxetê wenda kir, ma tê  xwe jî wenda bikî?..

Min got: „Çima yabo, ma ferqa me çîye?“

Got: „Ferq tuneye, lê heger ew in ew di 12ê adarê de  reqis,  dîlan û mîlanê dikin..

Min got: „Waweylê, ev kê riwê xwe reş kiriye û di 12ê Adarê de daweta zarokên xwe çêkiriye?“

Wek hinek kûzek ava sar bi min dakin dema got:..Pîrê..

RONîCAN, ŞEYDA Û BI ÇEPKÊN CAN DOST li Almanya û di 12ê Adarê de repandine lotik û dîlanê. Veger malê, ma te serê xwe xwarîye“ û got heger tu bawer nake, her malpera Dilocan…..

Law jibo xwedê, heger we Sofî Xelef dît bera neşemite û nere cem wan dilkeviran. Hema bera jibo xatirê van dayikê kezeb şewitî be…

Ev nivîs 622 carî hatiye xwendin


5 şirove hene - “Hunermendên binxetê bi xwe de berdan.”

  1. Welle erqadeshler em kurd bê xîret u xayîn u zirzop in u wesselam. Sala chuyî jî kurdan li gellek ciyan di 16ê adarê da newroz pîroz kirin u bi ser shahedatên Helepcê u kalikên me da tifu kiribun, him jî bi newroza me ya hezar salan ya sembola azadiyê law. Gava mirov ji hishmendiya dîrokê bê par mayî be, di ehmeqiyê da qayishên herî qerase u qeshartî bikishîne, êdî kes nikare rê li ber bigire babam.

  2. bas e me fehm kir, wan hunermendan pere standin. bes wî Can Dostî li wir chi dikir lo!! qasho nivîskarekî mezzzzin e! waweylê xwîna shehîdan ji bîr dikin

  3. Me kurdê Denmark duhê li bejarê kobenhavn, qetliama Helepca u Qemislo bi girî u hezin me sermezarkir.

  4. Welahi ez weka Kurdaki Bashure Rojava galaki ji ve xabere dil eshbum u xemgin bum .tane ez karim ve bejim geraki ew Hunermend leburina xwe bexwazin u carek den nekevin wan shashitya u ez ji wan hunermenda re bejim her tesht ne perena . ,,hunermend bi gele xwe mezin debe u bi cuk dibe ,, ber haya we ji we habe u hewwwwwwwwwwwwww

  5. ve pêlê xweyaye tere lotikxane bune fes eca lotika dave kurden surî

Şirove bike