P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Kera nebin nav keran


Nûrî Çelîk

Bav û kalên me dibêjin:”Kera nebin nav keran ji bo ji hev hîn nebin tirr û fisan”.

Ev jî mesela me Kurdan, Tirk, Ereb û Ecema ye. Nizanim ne em ji wan hînî tirr û fisan bûne, yan ew ji me. Lê ez karim bi îmana xwe sûnd bixwim ku em ji wan hînî tirr û fisan bûne. Hem jî tirr û fisên bergîlkî. Me gellek adet û toreyên neinsanî ji wan stendine û xwelîya heft gundan li serê xwe kiriye. Me dev ji adet û toreyên pak û rewan berdaye û me daye dû qûna adet û toreyên dijminên xwe.

mus

Werhasilî kelam, mesela me li ser zewaca keçên zaro û piçûk bû.

De ji xwe re li vê lotika bergîlkî binerin û bifikirin bê em Kurd ketine çi halî, nav çi pelûlê.

Li bajarê Mûşê, di 27ê meha Sibatê de du keçên zaro (11 û 12 salî) wek berdêlî dixwazin wan bidin zewicandin. Qûnekê bi navê N. A (41 salî) keça xwe M.A a 11 salî dide M.G ê 27 salî û li himberî wê jî xuşka M.G a 12 salî (R.G) wek jina duyemîn ji xwe re dixwaze, keça xwe dike berdêlîya jina xwe ya duyemîn.

Werhasilî kelam, piştî hinek xêrxwaz gilîyê wan li cem walîtîyê dikin, dê û bavên zarokan tên girtin, piştî îfadê tên berdan. Lê herdu keçik di Dezgeha Stara Zarokan de tên bicîhkirin û ji êşkenca zewaca xiyarên qert azad dibin.

De îcar ka bêjin gelî xwendevanan, gelî sofî, şêx û melayên Lotikxanê:

Kî ji kê hînî tirr û fisan bûye ha?

Em ji Tirk, Ereb û Eceman hînî van lotik û zîtirkan bûne, yan ew ji me?

Ev nivîs 456 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “Kera nebin nav keran”

  1. Ji Quna kurde Qunspi fisè ne geniyè.ji Qune Qunre§è erebekan u kamyonekan,farise Qunqe§akan tirè geniyè canekan.diley e tu te bigi.tu xali buy ruxekan?bawerkem ewf bavkè bukakani kir arpizoti.xom hoy dilem . mu§ sardi dilè kir li nav girm bèt.

Şirove bike