Ma ew jî jin e, erê welleeeee!
Hesen Alman
Yaw min jin dîtin, lê jina ku şîrê xwe bike penêr û bide mişterîyan nedîtiye ellawekîl. Aha gerek jin wilo merd û ciwanik bin ha, ma law ka jina wilo!
Axir, dibêjin malbatek Alman li Amerîkayê aşxaneyek vekiriye. Lorî Mason û Danîel Angerer.

Piştî ku jin û mêr hevdu digevizînin û wek çêlek û ciwangeyên nav garanê lotik û zîtirkan li hevdu dixin, Lorî Mason avis dibe û zik lê dibe meşk. Piştî neh meh û deh rojan, keçikek bi navê Arabella ji wan re çêdibe û memikên Lorî Mason tije şîr dibin, dibin wek guhan û pêsîrên Çêlekê.
Mêrê wê Danîel Angerer aşçî ye, ango xwarinpêjek qerase ye, bêbavo xweş xwarinan çêdike. Radibe difikire, di serê xwe de dek û dolaban digerîne û dibêje: „Aha bi sê telaqan min dît! Ezê şîrê jina xwe bikim penêr û navekî din bi dû xwe xim, ma betalî karê zilama ye cîgerim“ û ji şîrê jina xwe dest bi çêkirina penêr dike.

Radibe mekînê bi memikên jina xwe ve dizeliqîne, dibe „çîre çîra“ mekînê û şîr ji pêsîrên Lorî xanimê didoşe. Piştî dotinê, bêbavê Danîel penêrekî tamxweş, lezîz û seksî ji şîrê jina xwe çêdike û di aşxana xwe de dide ber firotinê.
Ez serê xwe û we neêşînim, bi vî awayî Danîelko navek din bi dû xwe xist û bi xêra şîrê jina xwe mişterî li ser mişterîyan dikşîne aşxana xwe.
Lê ya xweş çiye hûn zanin gelî xwendevanan?
Çi mişterîyê ku ji wî penêrî dixwe, rebena Lorî Mason tê ber çavê wî, lê radibe, dîn û har dibe û wek ciwangeyan dike „ore or“. Ango, penêrê ji şîrê pêsîra Lorî xanimê wan dike wek hespên fal û doxînê li wan dadixe kabokê.
Îcar cîgerlerim, heger hûn bawer nakin, penêrê ji pêsîrên Lorî Mason xanimê di sarincoka Lotikxanê de hazir û nazir e. Em wî penêrê seksî bi nîvê heq, yanî kîlo bi 1500 dolarî difroşin. Heçê bixwaze dîn û har bibe û wek ciwangeyan bide lotikan, nesekinin û vî penêrê seksî, lezîz û %100 ji şîrê jinê bikirin.

Ji min gotin..
Bi şeş telaqên jinberdanê, heçê bikire jî poşman e û heçê nekire jî poşman e û hûn sax…
Amerîka