Mêraniya jina Kurd!
Senger Îloz
Hevseroka BDPê di meclîsê de kurmê xwe avêtin. Gulten Kışanak, bi sedema pîrozkirina roja jinan derkete ser kursiyê meclîsê û çend latên xwe ajotin.
Mêraniya jina Kurd li wê jî girt û çi hate ber devê wê got. Xanimê ji nivîsara ku dixwend ji fihêtiyê ye çi ye em nizanin, lê bi zorê be jî serê xwe hildida û dîtinên partiya xwe dianîn zimên. De xweş helal be şîrê dayikê jê re.

Ev lotik ne bes e!
Xanima Kışanak, di meclîsê de bi weşana zindî xwedî li Roj Tv yê û siyasetmedarên li Ewropayê hatine girtin jî derket û Rêdana Demokratîk a ku AK Partî hewl dide pêk bîne, tawanbar kir. Lê lotikvanên Kurd ne li pey şopa van lotikên ji rêze ne xanimê. Ew dixwazin xanim û beglerên meclîsê bi sekn û xîtabeta xwe jî karibin nûnertiyê bikin. Lê mixabin ji ser kursiyê meclîsê ji xeynî lotikên hişk ên siyasî pê ve tiştek nayê xuyakirin.
De fihêt nekin werin haaa…
Werhasil Xanimê di weşana zindî de ji kursiyê meclîsê ligel sîmultaneya ji bo ker û lalan dilê xwe rehet kir. Lê Lotikxane ji bo xanima Kışanak û nûnerên din dibêje: “Hermetno û begno, raste hûn bûn parlementer û nûnerê gelê xwe, lê hê jî hûn nikarin vê nûnertiyê bi sekn, xîtabet û zanîna xwe bikin. Berî ku hûn derkevin ser wî kursî, hinekî li mala xwe li ser nivîsarên xwe bişixulin, ma wê çi ji we kêm bibe. An jî kerem bikin werin Lotikxanê deriyê me ji we re vekiriye. Werin em wê perdeya şerm û fihêtê ji ser rûyê we rakin.
Em ji parlementerên Kurd hêvî dikin ku ew jî bê tirs û fedî bi degelbûn û jîrbûna xwe derdê xwe bînin zimön. Gulten xanim ji bo roja jinan derket ser kursiyê meclîsê, lê weke em her tim dibin şahid, bi jinaniya xwe mêrantî kir. Gava di roja jinan de jinên Kurd rabin mêraniyê lixwe deynin, ka em rebenê Xwedê ji bo wan çi bikin. Em bangî jinên Kurd dikin da ku werin li qesr û seraya Lotikxanê bicivin. Li wir her tişt serbest û azad e. De fihêt nekin û werin haaa….