Mesût Tek lotikek bêîman avêt
Tacdîn Baran
Şevê din, ango 06.03.2010, Komkar EU (ne dolar ha) Newroza xwe li bajarê Wuppertalê pîroz kir û xwe ji teşqela 21ê Adarê xelas kir.
Werhasil, ciwamêrekî bi xêra dê û bavê xwe ez li kera xwe siwar kirim û me berê xwe da bajarê Wuppertal a Almanya, bajarê bi çiyayên seqem û sermê.
Piştî xirepiş û zîvronekên çiya û newalan, me bi zor û heft belan salona şevê dît. Lê sermayek hebû serma bû haaaaa, bi ellawekîl tirr û fisên meriv li hewayê dikir teriz û qeşa û bi ser me de dibarand. Min serma wilo nedîtibû.
Axir, piştî me park û kozikek ji kera xwe re dît û ew di axur de girê da, em çûn salonê û li devê derî li benda sîxurê Lotikxanê Lezgîn Şêxo man. Piştî sîxurê me hat û mohra Lotikxanê li protokolê xist, em derbasî nav lotikvanên şevê bûn û me silav û kulav da civata hazir û nazir.
Ji xwe piranîya kesên ku tên şevan (xort û keçên ku dixwazin xwe li erdê xin û zîtirkan bavêjin ne tê de) ji bo hevdîtina dost û nasan tên. Yan na, hunermend eynî ne, stran eynî ne, doner kebab eynî ye, çay û qehwe eynî ye, yanî eynî tas û eynî himam e lo. Tenê fêda wê ew e ku meriv dost û nasan dibîne û çend fitne û fesadîyan ji hev re dike. Yan na, şorba nîskê li her ciyî şorba nîskê ye.
Axir, di şevê de hinek girgirek û lotikvanên mîna Mesût Tek (Sekreterê PSK û mêrê bi 100 mêrî), Abdurrahman Kurt (wekîlê partîya AKP ê Amedê û dîsa mêrê bi 100 mêrî), hinek nivîskar, siyadetmedar û zimandirêjên înternetê filan û fîstan beşdar bûbûn. Herçiqasî salon bi temamî mişt nebûbû jî, lê li gora wê sermê û dûrbûna ciyê şevê, şev baş bû, salon germ û nerm bû û şûr simbêlê Komkar EU û PSK nedibirrî.
Wek hunermend dîsa Şivan Werwer, Mîckaîl, Ezraîl û Cebraîl, Çepik û Çopî, Xelo û Celo hebûn. Lotika herî nuh ew bû ku dengbêjê ciwan Delîl Dîlanar cara yekem derdiket şeva Komkarê. Dîlanar peyamên xweş dan û eşkere kir ku êdî ewê nebe mirîdê tu partîyekê û ji bo xizmeta ziman û çanda Kurdî di her çalakîyê de beşdarîyê bike. Ev lotikek xweş bû.

Lotike şîr û şîrîn jî ev bû ku lotikvanê seksî û wekîlê AKP ê Amedê cîgerim Abdurrahman Kurt, axavtinek radîkal, xweş germ û nerm kir û îmana meselê teneke kir. Bi ellawekîl Abdurrahman Kurt ji serok û rêberên Kurdên bakur re got “aha qûça we” û di axavtina xwe de çirand û çirvirand, tirr ji meselê berda. Ez dibêjim yekî wek Abdurrahman Kurt bibûya serokê partîyek Kurd wê 101 carî çêtir ba. Aferîn Abdurrahman Kurt, bi telaq tu berazekî mêrayi û hew, wî!
Werhasil, îcar ez bêm ser fêda şorba nîskê û nokên kelandî.
Ber bi dawîya şevê ve, sekreterê PSK cîgerim Hecî Mesût Tek (ma ne çûbû Laleşa nûranî û bûbû hecî lo) derket ser dikê û dora lotikan dora wî bû. Erê kurt lêxist, lê xweş lê xist ha. Hindik û rindik yanî.
Gava Mesûtê me derket û dest bi axavtina xwe kir, keç û xortên salonê wek ciwange û nogonên nav garanê dîn û har bûn û dest bi slogana “bijî PSK, bijî PSK” kirin. Erê venexwaribûn, lê hema hema wek hespên Bahman Gobadî nîv serxweş bûbûn yanî.
Ez serê we bêşînim, piştî slogana xort û keçên sexweş, Mesût Tekê me got:”Êdî bes e! Partî tên û diçin, lê Kurd û Kurdistan her dimîne. Ji ber vê, divê hûn nebêjin bijî PSK, divê hûn bêjin bijî Kurd, bijî Kurdistan cîgerno” û lotikek Kurd û Kurdistanî avêt.
Aha ev lotika Hecî Mesûtê me lotikek Kurdistanî bû, lotikek xweş, lotikek germ û nerm bû. Ev lotika wî ji alî gellek kesan ve hat pesinandin û cîgerim payebilindî û pûanek stend wesselam.
Werhasilî kelam, Newroz li we û li temamê Kurdan pîroz be gelî xwendevanan.
Heta lotikek din, bimînin di nav nok û nîskan de…
Almanya
Heci mesude LALE§A nurani ba§ gotiye.agbet li ser xwuarze u braziye tirkan karda§im.
Hevalno, ew sermek gelk mezine, ku parlementere akp tewli newroze me diben!
ewe welatparezja we hevalen komkar????
CIma na Ciwano?gomlek,xefsale kravat,u simbelen van vek hevdinè.ez dibejim,ya ewf dest brani.ya ji bawen van yeki ,dè cudayi .tu ci goti?
her bijî kek mesut. biji kurd u kurdistan..