PEPÛÛKKK, KEÇNO EV NE KERR E !
Rêwîyê Kal
Sidîqo etarî dikir. Li ser pişta kerê, gund bi gund digerîya û hûrmûr (benîşt,balon,lîstok û hwd..) difirot, pê derbasîya xwe dikir. Lê Sidîqo pir miqelît û fenek bû. Gava derdiket gundan bazirganîyê, xwe li kerrîtîyê diavêt. Ji gundîyan werê deng nabihize, kerr e.
Pîrekên gund li ser kanîyê ne, bi hev re henek û laqirdîyan dikin. Sidîqo jî kerên xwe tîne ku av bide. Kerê nêr xirê xwe rep kiriye, li bin zikê xwe dixe û dike hirre hirr. Pîrekek gund dibê “ keçno ka lê mêzekin xirê kerê çiqas dirêj e “.

Pîrekên din dikenin, bi rewşeke şermoke yek dibê: “ Keçê wê mêrik bibihîze şerm e “.
A din dibê: “ Keçê ev bû çend salin em dinasin, ew kerr e, nabihîze “,
Werhasil, dest bi suhbet û henekên xwe dikin.
Pîrekek ji yên din re dibê: “ Keçê tu dikarî vî xirê kerê bikî xwe ? “
Ya din dibê: “ Wîîîîîî, na keçê wê min bikuje, ka mirov dikare bike xwe pir gir û qlind e reben”.
Yek dibê: “ Ez dikarim nîvê wî bikim xwe “.
Ên din jî di kenin.
Bûka teze gava dibê: “ Ma çi bûye, wele ez dikarim giştikî bikim xwe qet tiştek jî nake “.
Dibe pilqîna Sidîqo û bêhemd dikene. Pîrek şîyar dibin ku Sidîqo ne kerr e û dibihîze. Dikin qîre qîr, bi satil û firaxan li nav serê Sidîqo dixin, dibên: “ Te xwe li kerrîtîyê avêtîye, te hemi tişt bihîst ne? “
Werhasilî kelam…
Yabo bi sê telaqên jinberdanê, Kurdên me jî xwe li kerrîtîyê danîne. Dagirker dibên: “ Hûn qûyrixlî ne, hûn ne netew in, hûn bê ziman in, hûn bê war in, hûn şakî-eşqîya û terorîst in “ lê em hîna nabihîzin! Heta kengê gelo ?
De şîyar bin malneketno, ocax ne korbûno ! Carekê wî wek Sidîqo deng bibin xwe law, wîî!
Ma ne bese evqas bêdengîya we babam ?
Kurdistan