P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Roja Şînê 16 Adar 1988



helebçe2-1

22′yemîn salvegera karesata Helebçe’yê bi awayekî fermî li Kurdistan û Îraqê weke Roja Şînê hatiye pejirandin û îro al heta nîvî hatin daxistin. Em komkûjiya Helebçeyê ji bîr nakin û heta kurdek bimîne li ser rûyê dinyayê êdî wê nehêle karesateke wiha biqewime. h2Şivan Perwer / Helebçe

Ev nivîs 159 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Roja Şînê 16 Adar 1988”

  1. Kewimèn jakav,hov,xiz u diz.dad u edelet ne zan.nokerè dilokè.do chasti u nokeri bo eskerè xaaci,Napolyon,Ingiliz u fransi bun.nam xeramen pis,geni,pa§keti, nezan.xwualamèn pariyèn sifrè bi run.namxerama terese Baxdade, ji tirsà bi mehan li nav qasi qulè diya xwu .bi miz u guhè xwuda gevizi.teres qurè teresa .bikari biya e vèi bi qetà qula diyà xwu ji.dor bèt teresè §amè ji.do selhhetin dema heri§kerè Xaciyan §er dikir ev cha§ana mal u xizanen xwu qerxanè Xaciya kiri bun.mirin bo kewimen geni ,pis,pa§keti.JIYAN BO KURD U KURDISTAN.AZADI BO GEL U WELATè XOMAN.

  2. Ji Bo Bîranîna Helepçeyê…

    Em Mirin Birakoo…
    Em ketin ber xezeba felekê…
    Mirina bêbav, kirasê xwe li bihara rengîn kiribû….
    Strana me li ber deriyê Xeyalistanê nîvco ma…
    Qirik li me bû pira Selatê…

    Erê birakoo, em mirin…

    Xwedêyan jî awir ji me vedabû…
    Qêrîna zarokan dibû gilokên mirinê…
    Taviya biharê jî negihîşt hawara me…
    Gulî û keziyên me ketin ser kûç û kevirên bêbext…

    Erê birakoo, em mirin…

    Bedena me ji axa bêmirad re bû nameyek…
    Gopalên kalan teşiyên pîrikan, bûn kêlê dilê me…
    Nefesa me li ber bêhna nêrgizekê sekinî…
    Deşt û mêrg bûn goristanên xweziyên me…

    Erê birakoo, em mirin…

    Teyrên demsalî diketan ser cendekê me…
    Xalxalok diperpitîn ber nigê me…
    Xecîcok xwar bûbûn ber serê me…

    Erê birakoo, em mirin…

    Kirasê mirinê bêreng bû…
    Axa sar heftreng bû…

    Erê birakoo, em mirin…

    Nîşe: Ev çend rêzikên jor berî 8 salan hatine nivîsandin!

    Evdile Koçer – evdilekocer@yahoo.com

    Ligel silavên rengîn…

    Evdile Koçer
    Jêder:Gruba Diyarbekir

Şirove bike