P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Sîxurê me „Pîngpîng“ şehîd ket!


Çang Çîng Çong

Piçûktir û kurttirîn zilamê dinyayê Pîngpîng ê Moxolî, ji ber sekta dil mir û şehîd ket. Bela rehma xwedê lê be û xwedê teala di bihuşta xwe de 70 horîyên porzer û memikmezin bike qismetê wî. Amîîîînnnn!

Birêz Pîngpîng, wek piçûktir û kurttirîn merivê dinyayê ketibû pirtûka rekoran a Guînnees ê. Mêro têra xwe meşhûr bûbû û şûr simbêlê wî nedibirrîn.

pingping

Werhasil, piştî ku birêz Pîngpîng bi nav û deng bû, me têkilîyek xurt pê re danîbû û ew kiribû sempatîzan û sîxurê Lotikxanê. Ciwamêr car caran ji Çîn û Moxolistanê fitne û fesadî ji me re digotin û me jî li gora fesadîyên wî plan û projeyên pêşerojê amade dikir.

Belê gelî xwendevanan…

Sîxurê me Pîngpîng sekta dil derbas kir, tirr têde nema û çû ber rehma xwedê. Li gora saloxdanên hinek sîxurên me yên li Japonya û Vîetnamê, sedema sekta dilê Pîngpîng balkêş e.

Xwedêhiştê Pîngpîngê me hingî tolaz û agirpêketî bû, diçe xwe di nava şeqê du jinikên bedew de vedişêre. Ê gava çav li sûk û bazara wan dikeve û bêhna wan bacanên sor tê Pîngpîng efendî, hema dilê wî dibê „tik“ û disekine. Werhasilî kelam, Pîngpîngê me di nav şeqê herdu hurmetan de şehîd dikeve û dimre.

Oxira wî ya Filîtê Quto be û rehma xwedê lê be rebbî…

Moxolistan

Ev nivîs 376 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Sîxurê me „Pîngpîng“ şehîd ket!”

  1. Ez dibejim komploya navnetewiyè.tili,ye Emerika,israil u Rusya heyi.Yewinistan icar paqij ma? ji ber kè, ye cuc u mec u ci ji destan bigrin u pe§iya van vekin.her yek bizmarek bi mulquta danè Qutan.ji van qey savarè savur bu.biji birinca cin u qerejdag.

  2. ce xwede dede dya hineka, ma ka mirna ji ve xweshtir li ve dene bihusht u li we dene bihusht . le teshtiki den haya gelo ew agre go pe hati shewtandin li we denya den ji haya , mero temi xwe li devere germ gertya .

Şirove bike