P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Sûrîye 3-4 kesan dişîne, gelo Tirkiye çend kesan dişîne?


Sîxurê Lotikxanê

agentLi ser bextê fitne û fesadên kolanên Hewlêrê be, dibêjin endamê Polît Buroya Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurdî li Sûrîyê Mehmûd Mihemed (Ebû Sabir), ji şeş telaqên jinberdanê sûnd xwariye û gotiye:”Law jina min ji min berdayî be, bi dîn û îman, ji her 100 Kurdên ku ji Sûrîyê tên başûrê Kurdistanê, 3-4 ji wan ji mixebarata Sûrîyê re kar dikin û xwelîya heft gundan li serê xwe û bavê xwe dikin” filan û fîstan.

Ebû Sabir, ku bi xwe li Hewlêrê ye û nûnerîya partîya xwe li wir dike, gotiye ku “mixebarata qûnekên Sûrîyê bi mahneya kar û xwendinê Kurdan dişîne Soranistana Kurdistanê û her meh raporan ji wan distîne” filan û xeftan.

Werhasilî kelam, îcar niha pirsek di serê meriv de sobanî û avjenîyê dike û dibêje:

”Li gora ku mixebarata Sûrîyê mehê yan salê 3-4 sîxurên xwe dişîne nava Kurdekanan, gelo MÎT û îtên Tirkiyê çend sîxurên xwe dişîne başûrê Kurdistanê? Çend hezar Kurd sîxurtîya Tirkan dikin?”

Li gora ku başûrê Kurdistanê bi destê şîrketên Tirkan tê avadankirin û li gora ku bi milyon û hetta milyar dolaran gendelî, dizî û bertîlxurî li holê dizîvire, ez dibêjim niha bi hezaran sîxur û qûnalêsên Tirkan li başûr cirîtan davêjin. Îcar ew Kurdên ku qûna dijminên xwe dalêsin û îxanetê li gel û welatê xwe dikin bi çi wîjdanî, bi çi dilrehetîyê radizên ez nizanim, lê ez wek îmana xwe zanim ku wê rojekê ev tirr ji wan re nemîne ji ber dawîya îxanetê nîne.

Îxanetî di xwîna gellek Kurdan de heye cîgerlerim.

Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.

Hewlêr

Ev nivîs 164 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Sûrîye 3-4 kesan dişîne, gelo Tirkiye çend kesan dişîne?”

  1. Bimirin kurdên sîxûг!!! Kurdên sîxгr kûnekên tirkan û ereban in!!! Pîîîîîî Wîîîîîî ev çi kurdin loooooo!! Yaooooooo!!! Kuro kurdên sîxгr tirkan û ereban jî xerabtirin!!!! De bê lomaKurdistan tuneya!!!!!

  2. DI SERî DE, EZ PIRSEKê JI WE DIKIM, GELO HûN BAVÊ ABIR BAŞ DINASIN…_?
    MAMOSTEYÊ BAVÊ SABIR DINASIN Û HÛN DIZANIN ISMAIL OMER LI QAMÎŞLO Û ŞAMÊ BI AŞKERE RÛNIŞT…?
    GELO XWENDEVAN Û KARKIRÊ FEQÎOK DIKARIN BIÇIN DIGEL BERPIRSÊN HIKUMET Û PARTÎ Û YEKITIUYÊ DE BI ESANÎ RÛNIN WEK ABU SABIR Û BERPIRSÊN DIN YÊN PARTIYÊN KURDÊN SÛRIYÊ::?
    GELO, EW BILGÎ Û ZANYARIYÊN KU BI DESTÊN ABU SABIR Û KESÊN NÛNERÊN PARTIYANDIKEVIN, BI DEST XWENDEVAN Û KARKIREKÎ HEJAR DIKEVIN–?
    XWENDEVAN Û KARKIRÊN KURDÊN SURIYE BI SALEKÊ NIKARIN BIÇIN BA BERPIRSEKÎ BIÇÛKÎ HIKUMETA HERÊMÎ, LÊ BELÊ ABU SABIR Û HER NÛNERÊ PARTIYEKÎ SIYASÎ DIKARE BI YEK TELEFONÊ BIÇE BA SEROK KOMAR Û SEROK HERÊM.
    GELO BI VÊ RENGÎ KÎ MUXABARTE? KÎ DIKARE XIZMETÎ RIJÎMA SURIYE BIKE? KÎ DIKARE VIR Û VÛTAN BIKE.
    GELO MA QAY HIKUMETA HERÊMÊ BÊ IRADEYE TAKO GUHDARÎ BAVÊ SABIR BIKE, HIKUMET JI ME HEMÛYAN ZÊDETIR DIZANE KU GELÊ KURD LI KURDISTANA SURIYE ÇIQAS WELATPARÊZE, LÊ HINDEK JI PARTIYÊN WAN DÛVIKÊN RIJÎMA BAASIN Û BI TAYBETÎ PARTIYA U BAVÊ SABIR NUNERETIYA WÊ DIKE……..
    ÊDÎ WÊ ÇAWA GELÊ KURD BIÇE BA PARTIYA KU DETÊN XWE DI DESTÊN RIJÎM DE YE Û DAXWAZA TEZKIYÊ YAN MOLETÊ HATINA HERÊMÊ BIKE

Şirove bike