Werin ecûrên kemitandî!
Saliho

Jina 53 salî xirê mêrê xwe yê 38 salî bi hinceta ku tolaziyê dike di nav nivînan de bi ava kelandî kemitand. Mêrikê ku hê jî bixwe bawere ecûrê heşandî ji bo pîrejinan derxiste mezadê.
Xanima bi navê Emine Ozturk ku ji bajarê Tirkiyeyê Bursayê ye, piştî ku mêrê wê ji nexweşxanê derdikeve bi nameyekê dixwaze xwe pê şêrîn bike û lêborîna xwe ji mêrik bixwaze, lê mêrikê ku xiyarê xwe bi xisareke ji sedî 30 ji nav lepên jinikê xelas kiriye xwe ne daye ber lihevkirinê û biryar daye ku jinikê berde.
Werhasil camêrê ku xirê wî bi ava kelandî hatiye kemitandin piştî 35 rojên nexweşxanê bi selametî vegeriyaye mala xwe. Lê her ku xwe ji nav destê jinika har xelas kiribe jî niha ketiye kula xwe û ecûrê kemitandî.
Her çiqas ji sedî 30 tenê xisar gihîştiyê jî li ber xiyarên rexl û qeşartî tu şensê ecûrê kemitandî nîn e. Lê dîsa jî camêr bixwe bawere û dixwaze ecûrê xwe bifiroşe. Gunehê me jî pê hat û me biryar da ku em li lotikxanê ji bo xatirê pîrejinan be jî ecûrê kemitandî bidin ber mezadê. De werin ecûrê heşandî, erzan û belaşe ha nerevînin!