P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Xêra xwedê, 300 lotik û ne tiştek


Pornocî Kemal

 Hinek ji jinên van Tirkan pir welatparêz in canim, 300 lotik û qerase li cem wan wek qurtek av e.

Hesab li cem we, xanima Tirk a welatperwera seksê Şebnem Berrak A (navê sexte li xwe kiriye, lê piştre derpî jê şemitîye û nasnama wê eşkere bûye ku ew Y.Y ye), bi rêya internetê 300 zilam naskiriye û ne kêm ne zêde, tam 300 lotik li xwe xistiye, 300 qerase li xwe ceribandiye û xwelîya heft gundan li serê mêrê xwe A.Ç.Y kiriye.

sebnem2

300 qerase kuro!? Peeekkkkkk li vê qiyametê! Law qehpikên kerxanan jî nikarin 300 zilamî bera ser xwe din law, ma ev bû çarox bû çi gidîîîîî?

Şebnem Berrak A, di pirtûka xwe de ta bi derzîyê vekiriye û pirtûka xwe bi navê „“Çıplak Tenimin Hafızası” pêşkêşî xiyarfiroşan kiriye.

Werhasil, xanima ku mamoste ye û ji ber xwarina 300 xiyaran ji kar hatiye dûrxistin û mêrê wê jî serî li dadgehê daye, doza welayeta kurê xwe yê şeş salî kiriye, xwestiye jina xwe berde û gotiye:“Hakim beg, ez bi serê te û herdu hêkên nav şeqê te kim, evê jinikê namûsa min kiriye bexdûnis û ez hew karim serê xwe di nav dost û hogirên xwe de rakim. 300 xiyar têra jina min nakin, hema tu jî lotikek qerase lê xe û bike 3001 û vê çaroxê ji min bide berdan babam“ û doza berdanê û 120 hezar lîre curmê lê kiriye.

Her çiqasî xanima welatparêz gotiye: „Law ev xeyalî ne, min pirtûka xwe li ser esasê 300 xiyarên xeyalî nivîsandiye“ jî, lê mêrê wê ew berdaye û gotiye:“Ê de wêde here lêêêêêêê, jina ku di xeyala xwe de 300 xiyaran li xwe biceribîne, wê sedî sed di rastîyê de bike 500 xiyar“ û her sê telaqên wê xistine destên wê, ew berdaye. Dadgehê jî rabûye lotikek li xanima çiryayî xistiye û 15 hezar lîre tazmînat lê birrîye. Gerek niha xanim Y.Y 15 hezar lîre bide mêrê xwe.

sebnem

Axir, li ser bextê zinêkarên Tirkiyê be, dibêjin ji bo ku xanim Y.Y van 15 hezar lîreyan bide mêrê xwe, divê 300 xiyarên din biqeşêre û bixwe.

Îcar tembîya min li we be gelî lotikvan û xwendevanan. Heger hûn jî dixwazin xwe di tenûra Y.Y xanimê de germ û nerm bikin, bilezînin û nesekinin. Ji min gotin û li we kirin cîgerlerim…

Stenbol

Ev nivîs 378 carî hatiye xwendin


3 şirove hene - “Xêra xwedê, 300 lotik û ne tiştek”

  1. Ji 2 vène kijan §eb le re§ bi §ebnem çok zelali? kezbamina sor u spi tema viè cavaniyè?bela§i?sebile?pornoci kemal cava dit?wey dalakim hinek ziyad malumat bide?li Qu rudine?hejmara telefon ciye?i viè ciye.

  2. Barzan wer xuyaye tu dixwaze bive ganvanê 301 an?

  3. Na bra xeramè.bo te piroz bit

Şirove bike