?aba? Apê Yilmaz ?abas!

Apê me Yilmaz Çamlibel 3 pirtûkên hêja ji bona pirtûkxana Lotikxanê diyarî kirin.

Berya cendakî di Lotikxanê de, nivîsek bi sernivîsa „em Lotikxanê difro?in“ derketibu.Cima tu nabê apê me Yilmaz jî wê nivîsê dixwîne, mitalê dike û dibê: „Hella hellaaaaa,  gelo ev lotikxanecî çima wê Lotikxanê bifro?in babam“ û ketiye nav fikar û mitalan. Rabû berya çendakî bi me re têkilî danî û ji me pirsî: „Êêêêê, we xêr e yaw, çima hûnê Lotikxanê bifrosin hê?“
Yekî wek apê Yilmaz min nikarîbu derew lê bikira.Ez mecbûr mam ku ez rastîyê jê re bêjim
Min got: „Apê Yilmaz,  heyran; dema ku me dest bi lotikan kir em sê kes bûn. Hevalekî bar danî ser milên xwe, em dido jî alîkar bûn. Hevalê ku bar li ser milên wî, di xwarinxaneke Tirkan de dixebitî, firax di?û?tin û qûn lê diqetiya,Ez jî ?ifêr bûm, hevalê din jî li bajarekî biyanî çopçî bû.


Welhasil, me qederê 2-3 salan weha îdare kir. Berya çendakî karbidestê hevalê me yê berpirsyar jê re got:
Olan oxlim, tu her roj bi fikar e, weke gêja ye û tu firaxan xwe?ik na?o“ û lotikek li der qûna wî xist û ew ji kar avêt.
Karbidestê hevalê me yê çopçî jî jê re got:
„ Tu her roj çav li xew î, tu binya malan, sikak û kolanan ba? rê? naki babam“ û ew jî ji kar avêtin.
Ez mabûm, min jî ?ifêrtî dikir. Hingî ku lotik u Lotikxane di bîra min de bû, min gelek qeze bi tirimpêlê kirin. Erê tistek bi canê min nehat, lê kaxiza destûra ajotinê ji min stendin û niha jî ez li ser qûna xwe rûni?tî me.
Îcar Apê Yilmaz, heyran; ji xwedê tê ve?artin lê ji te nayê ve?artin. Em jî wek hinek rêxistinên me Kurdan aborî têk çûne û qure qur ji zikê me tê. Ji ber vê, em dixwazin Lotikxanê bifro?in cîgerim“
û me ta bi derzîyê vekir.

Axir, dema min weha jê re got, keserek kûr ji kezebê kisand, kelegirî bû, hinekî fikirî û weha got: „Heyran, welleh rew?a min a aborî jî ne kêmî ya we ye. Ji min jî nayê ku ez alîkarîya peran bi we re bikim. Ti?tê ku ji min tê çend oirtukên ku min çapkirine hene ez dikarim wan diyarî we bikim“ û dilê xwe û me ?ewitand.
Ez zêde serê we neê?înim, çend roj derbas bûn. Rojekê miroveke min hat cem min, kîsek naylon di dest de da min û got: „Kekê Yilmaz ji te re ev ?andî ye, îcar pirtûk in, bombe ne, çi quzilqurt in ez jî nizanim“.

Helbet min bi tirs kîsik vekir. Lê mala xwedê ava ku bombe mombe tê de tunebûn. Min dît wa sê pirtuk di kîsik de ne.
1.Gilîdax bê xwedî nîne (serhildana Agirî)
2.Gulê were binê tûyan (pêkenok)
3.BIRO (Rêberê serhildana Agirî,Biroyê Hesikê Têlî),Roman

Li ser her sê pirtûkan nivîsîbû: „Ji bona pirtûkxana Lotikxanê“.
Ji wan pirtûkan heta niha min dido xwendin. Ya ewil Romana BIRO bû.

Gelî lotikvanan, bawer bikin ez dibêm hetanî heftakê jî bandora wê romanê li ser min bû. Ma î?ê bandorê, bi ellawekîl bandora wê romanê ji bandora ?ewba berazan jî xurttir bû ha, wîî!
Zalimtîya romê ku bi serê gelê me de anîne, weh?îyet û nemirovîya bi gelê me kirine divê romanê de tê xuyakirin. Ji xeynî wê civaka me ya wê demê, jîyana malbatan, e?îran, têkilîyên jin û mêr, kultur, dîrok, camêrî û mêrxasîya gelê me bi me dide naskirin. Ez hêvî dikim ku camêrin derkevin û vê romanê bikin filîmek.
Pistî ku min romana BIRO xelas kir û ez qehirandim, min pirtûka Gulê were binê tûyan xwend. wê jî ez kenandim, qehr û acizîya Romana biro ji ser min bir.

Îcar Apê Yilmaz, ji bo van pirtukên te yên xwe? û hêja ku te dîyarî me kir, em sipasî te dikin, dibên destê te û mejyê te sax be û xwedê bikim rebbê alemê li axretê 70 horîyan bike qismetê te rebbî! Hêvî dikin ku tu serxwebûn û azadîya gelê xwe bibînî.
Ev cara ewil e em ji rew?enbîr an sîyasetmedarekî Kurd diyarîyekê digrin.  Yanî tu yê yekemîn e.

Ji ber vê em dibên:
?aba? Apê Yilmaz ?aba?!

About The Author