Bê penîrê sîrik nikare bijî

?owmena dînomîno û lotikvana agirpêketî Lady Gaga, bi ?owên xe yên dûrî aqilan tê naskirin û tirrê ji zilaman berdide. Xanimê hingî dike çirik û virik, zilaman bê eraq serxwe? dike û girêza devê wan 25 metroyan diherikîne.

Werhasil, dibêjin Lady Gaga, ji çapemenîyê re daye zanîn ku berî derketina ser dikê heta penîr nexwe hedana wê nayê, bê penîr nikare lotikên germik û nermik bavêje.

Gaga dibêje:“12 mêrên min ji min berdayî bin, heta ez penîr nexwim nikarim lotikên germik û nermik bavêjim û zilaman dînomîno bikim. Bi taybet penîrê bi sîrik min dîn û har dike û enerjîyek mezin dide min“ û peyamek ji Botîyan re? and.

Îcar mizgînîya min li Botîyên Colemêrg, Cizîr û Behdînanê be, law bilezînin û Lady Gaga bê penîrê sîrik nehêlin qurban. Wa xanim Gaga dibêje „penîrê sîrik enerjîyek mezin dide min“. Îcar vê fersendê nerevînin Botînoooooo, law her kîloyek penîrê sîrik bi lotikek Lady Gaga ye ellawekîl. Heçê bixwaze tam û lezîza lotikên Lady Gaga xanimê biceribîne, kîloyek penîrê sîrik bidinê û we î? pê tunebe. Bi dîn û îman wê doxînê li we biqetîne û hûn sax…..

About The Author