?ivanê xwe hilbijêrin..

?ivan Perwer, roj nabihûre ku lotikekê navêje. Ew bi daxuyanî û çalakiyên xwe di pîleya herî jorîn a rojevê de cihê xwe diparêze. Tew jixwe camêr qet rê nade ku navê wî ji ser zimanan derkeve. Geh bi muzîk û stranên xwe geh  jî bi daxuyaniyên xwe ew tim dibe mijara gotûbêjan. Ji ber rojeva nîqa?ên li ser hatina ?ivan Perwer a Tirkiye û Kurdistana Bakur me xwest em wî bend bi bend bi we bidin naskirin.

Lotikvanên hêja, bendên li jêr hatine rêzkirin ji ?îroveyên were vekirîne, netirsin ti?tekî bi we nake û madê xwe jî tir?o mir?o nake.  Jixwe ew jî niha bi stranên dilikan re mijûl e!

De kerem bikin ?ivanê xwe hilbijêrin:

1- Hozanê Kurd e, lê hewl dide bibe yê hemû cîhanê!

2- Serokê Weqfekê ye, lê dide hev û nade tu kesî!

3- Pê?merge ye, lê niha ji çekan aciz bûye!

4- Hevalê ba?qan e, lê naxwaze li her deverî bilêv bike!

5- Enternasyonalîstek e û hemwelatiyê cîhanê ye, lê naxwaze Kurd bi vê bihesin!

6– Ji bo serokatiyê hewl dide, lê rêya xwe tê de nabîne!

7- Ji Kurdan têr bûye niha li dora deshilatdariya Tirkiye diçe û tê!

8- Felsefeya wî ti?tê çû nede dû ye!

9- Kurdistanek serbixwe ji bo wî bûye utopya, lewma niha naxwaze.

10- Ku vegere Kurdistanê bi tirsa ku wê nikaribe li ser hunera xwe jiyana xwe bidomîne bê biryar maye!

11- Xwe ne ji serokan dike ne jî wan diecibîne!

12- Rûyê xwe kiriye weke yê Ewropiyan, lewma eyb dike bikeve nav civatên berê!

13- Bêriya welatê xwe kiriye, lê ku were tirsa wî heye ku zû jê aciz bibe!

14- Êdî weke berê ji dengê xwe ne bawer e, naxwaze li hember hunermendên din di ?ermê de bimîne!

15- ?ivan êdî ne ew ?ivanê berê ye û bûye kesekî humanîst û rêya diyalogê ji doxînê heta delingê vekiriye!

About The Author