Namzetê me jî mam Celal e

Partîyên siyasî yên ba?ûrê Kurdistanê li hev kirin û li ser namzetîya mam Celal soz dan hev.

Bi taybet di hevdengî û yekdengîya partîyên siyasî de helwest û keda serok Barzanî rolek mezin dilîze. Serok Barzanî bi taybet dixwaze ku li Bexdayê Kurd yekdeng bin û di derbarê berjewendîyên Kurdistanê de nîfaq nekeve nava wan.

Di civîna dawî ya partîyên siyasî de biryar hat dan ku mam Celal dîsa wek namzetê Kurdan ê serokkomarîyê bê destnî?ankirin. Ango; tê xwestin ku mam Celal dîsa bibe serokkomarê Iraqê, lotikên bêîman bavêje û vê tirrê ji Erebên qûnre? re nehêle.

Pi?tî biryara partîyên siyasî, me jî wek lijneya navendî, wek dewleta sererd û binerd a Lotikxanê biryar da ku em mam Celal wek namzetê Lotikxanê destnî?an bikin û wî bikin serokê Kurd û Erebên Iraqê.

Di civîna lijneya navendî de herweha biryar hat girtin ku ger mam Celal bibe serokkomar, emê wek Lotikxane 3 elokên têrgo?t bikin qurban û serokkomarîya mamê xwe bi def û zirne pîroz bikin.

Haaaaaa, madem me behsa mamo kir, emê bi serpêhatîyek wî nivîsa xwe biqedînin.

Dibêjin rojekê mam Celal nexwe? dikeve û serî li textor dixe. Pi?tî ku textor mamo saxtî dike, tehlîl û lêkolînek qerase li ser dike, dibêje:”Mamo, xuyaye te van rojan go?tê elokan nexwariye. Divê sedî sed tu îro go?tê elokek nêr bixwî. Yan na, ê?a la?ê te derman nabe” filan û bêvan.

Axir, mamo ji cem textor derdikeve, diçe baregeha xwe û ji endamekî YNK re dibêje:”Ê de here kaka, zû here elokek nêr bigre, serjê ke, go?tê wî bibrêje û bîne li ber mamê xwe deyne”.

Dibêjin endamê YNK çûye li nav elokan geriyaye, bi qerpika stuyê elokekê girtiye, serjê kiriye, birajtiye, danîye ser savarê û anîye li ber mamo daniye. Pi?tî ku mamê me têr xwariye û qirika wî hilatiye, destê xwe xistiye qirika endamê YKN û gotiye:

“De ka bêje segî segbav. Te çon dezanî ke ev elokekan nêr e haaaaaa?” û hew nemaye ku rebeno bixeniqîne.

Endamê YKN dibê:” Welle mamo min di nav elokan de got mam nexwe? e, yekî ji ni?ka ve got: “ Ji kîrim be“(ji kîrê min ve) min jî yek nekir du û bi qemçika wî girt û ji mamê xwe re kir qurban….

Werhasilî kelam, hêvîdarim mamê me dîsa bibe serokkomarê Iraqê û vê tirrê ji Erebên qûnre? re nehêle…

About The Author