Aqûbet li partîyên bakur û rojava be

Wey li ser xêrê be rebbî, dibêjin du partîyên rojhilatê Kurdistanê bûne yek, mehra xwe birrî ne û zewicî ne.

Li ser bext û namûsa fitne û fesadên bajarê Sine û Mahabadê be, dibêjin Komeleya ?ore?ger a Zehmetkê?ên Kurdistanê û Partîya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, bi qewlê resûlê xwedê bûne yek û gustîlk xistine tiliyên hev.

Dibêjin ji îro û pêde navê xwe kirine Komele – Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê”.


Kilîlîlîlîlîlîîîîî, de li ser xêrê be û xwedê miradê wan bike rebbî….!

Aqûbet li serê partîyên bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê be. Xwedê bikim rojekê ew jî mehra xwe bibirrin, gustîlkan têxin tiliyên hev û zewacek bi def û zirne partîyên xwe bikin yek.

Amîîîîîînnnnnnnn!

About The Author