Hormonan tirr ji wî/wê jî berda

Gotinek heye dibêjin:”Her ku bi wê de diçe ev qûn ti?tên ecêb dibîne”. Îcar ev jî mesela me û rew?a dinyayê ye. Li cîhanê sosretên ewqas dûrî aqilan diqewimin ku nayên gotin.

De binerin..

Li Çînê, di nav daristanên xewle de heywanek nû û kesanedî hat dîtin. Ev mexlûqat bû sedem ku Çînî bi xwe de birrîn û derpî dagrin. Heta niha mexlûqatek bi vî rengî nehatibû dîtin. Lê xuyaye guhertina rew?a ekolojîk û zêdebûna hormon û maddeyên kîmyewî, qûn li insan û heywanan qetandiye û di anatomîya wan de mîztiye. Her ku teknolojî bi pê? dikeve, bikaranîna maddeyên kîmyewî û hormonên ku bedena mexlûqatan dikin ?orbe, zêdetir dibin. Ji ber bikaranîna van hormon û maddeyên kîmyewî qû? li anatomî û ekolojîya cîhanê diqete û mexlûqat wek hespên Behman Gobadî bê eraq serxwe? dibin.

Dibêjin ev mexlûqatê kesanedî di?ibe “Kangûrû”yan lê dengê pisîkê derdixe. Hinek jî bawerin û bi ?e? telaqan sûnd dixwin ku ev mexlûqat “insan e lê di nava demê de bûye heywan”. Ji xwe di nav Çînîyên eyaleta Sîchuan ê, bawerîyek heye ku di nav daristanên eyaletê de mexlûqatek nîv insan û nîv heywan dijî. Û xelkên eyaleta Sîchuanê bawerin ev mexlûqat ew insanê nîv heywan e.

Ji alîyê din pisporên Çînî di kif?kirina koka vî mexlûqatî de aciz mane û nikarin bersivekê ji pirsa “ev çi mexlûqat e” re bibînin. Ti?tekî tenê di destê wan de maye ku ew jî DNA ye. Niha pisporên Çînî dixwazin bi rêya DNAya vî mexlûqatê xwedê koka wî e?kere bikin.

Lê li gora lêkolîn û tehlîlên sîxurên Lotikxanê yên li Çîn û Japonyayê, ev mexlûqat endamê malbata “heywanên xwedêjêstendî” ye û li ?ûna ku bê di nav daristanên Lotikxanê de biçêre, bi xeletî berê xwe daye Çînê û hatiye girtin.

Werhasilî kelam, bi dîn û îman, bi serê Mao Zeytûn, tew nemaye ku em bi xwe jî bibin bi qurbana maddeyên kîmyewî û van hormonên bêbav yaw. Kuro insanetîyê berê xwe daye heywantîyê law, hella hellaaaaaaa!

Pekîn

About The Author