Kurd û Filistînî bûne joker

Ev nêzîkî du salan e ku navbera Tirkiyê û Israîlê bûye wek ?orba nîskê û ha ha hevdu didin ber lotik û zîtirkên bêîman.  Bi taybet cîgerim Kasimpa?alî Receb, ji bo ku di civata îslamî de me?hûr bibe û navekî bi dû xwe xe, pi?tgirîyek mezin dide Filistînîyan û Israîlê wek hirç û hov nî?an dide.  Ji ber vê helwesta Recebo jî, Israîlî tiliya xwe dixin çavê Erdogan û doza çareserîya pirsa Kurd lê dikin.

Lotika herî dawîn ji alî Wezîrê Derve yê Isaraîlê Avîgdor Lîeberman ve hat avêtin. Lîeberman lotikek ewqas bêîman li Erdogan xist ku feleka wî ?a? kir û ew sewsî (gêj) kir.

Cîgerim Lîeberman, wek teyrekî ba?oke êrî?î Erdogan kir û got:“Hooopppppp lan! Berî ku tu me rexne bikî, berê pirsa Kurd çareser bike oxlim, ma hema bi zirt û virtê ye! Ka berê pirsa Kurd çareser bike û pi?tre dest bavêje gûyê Filistînîyan cîgerim, wilo bi durûtî û qe?merî siyaset nabe law“ û da bin dûvê Kasimpa?alîyê me.

Dibêjin Kasimpa?alîyê me jî dîn û har bûye, kef bi devê wî ketiye û tew gava gotina „çareserkirina pirsa Kurd“ bihîstiye, zirav lê qetiyaye û lotika Lîeberman ?ermezar kiriye.

Werhasilî kelam, Kurd bûne goka nav lingên Tirkiyê û Israîlê. Gava ji wan re lazim e Kurd tên bîra wan, gava ne lazim be nizanin ka milletek bi navê milletê Kurd heye yan na.  Çawa ku cin ji hesin ditirsin, Israîlî ji çareserkirina pirsa Filistîn û Tirkoler jî ji çareserkirina pirsa Kurd ditirsin.

De li ser xêrê be û xwedê lotika Avîgdor Lîeberman qebûl bike rebbî.

Telavîv

About The Author