Jul 7, 2020

Po?man bû û tûrikê xwe danî

Li ser bextê fîtne û fesadên xebatkarên be?a Kurmancî ya malpera Warvînê be, dibêjin Osmanê me ji kerê xwe peya bûye “ tûrikê xwe danîye û dev ji fikara xwe ya vegera Turkiyê berdaye “.

Çend meh berê Osman Baba tûrikê xwe li pi?tê kiribû û li benda vegerê bû.  Lê diyar e niha hêvîya wî nemaye û daxuyaniyên kesa nedî dide.  Osman gotiye: “Dem ji bo vegerê ne ba? e, lê dema em vegeriyan memleket emê partîyek nû ava bikin ji ber ku %75ê Kurdan ne bi PKK re ne ku ew jî 15 milyon Kurd in” f?lan fîstan .

Ez bawerim Osmam Baba hinekî kor bûye û çavên wî wan sedhezaran insanên ku dadikevin qadan, nabîne. Yan gava ku xelk dibêje “Ocalan” Osman Baba dihesibîne ku xelk qala wî dike gelo!? 15 milyon Kurd!? Ê helbet canim, ew 15 milyon Kurd li benda vegera Osman Baba ellawekîl!

Ti?tekî  balkê? jî ev e ku OSMAN BABA pesnê Fethulahçiyan daye û gotiye: “Fethulaçîyan gelek ti?t ji bo Kurdan kirine, ew ne li dijî Kurda ne” filan û dîsa fîstan.

Hella hellaaaaa û ya siphan ella!

Yaw ka li dîroka Fethûllahçîyan binere cîgerim, heger dijberîya Kurdan nekiribin ji xwe ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim babam, wey!

Êêêêê, bav û kalên me çi dibêjin:

Dibêjin: “Ew kesê ku ji malbata xwe re nebe mal, wê çawa ji min re bibe mal?”

Îcar hesab li cem we….

Kurdistan

http://www.warvin.org/la/index.php?option=com_content&view=article&id=1074:osman-ocalan-ji-vegera-tirkiyeye-poman-buye&catid=54:hevpeyvin&Itemid=119

%d Bloggern gefällt das: