Televizyonên Kurdî

Televizyon ti?tekî weha ye ku bikeve ku wir dike weke xwe. Yanî televiyon bi guhan tê guhdarî kirin, bi çavan tê tema?ekirin. Wan deng û nerînên ku mirov dibîne, dibihîze di dilê mirov de cih digirin û bi mejiyê mirov dizeliqe. Ew cihgirtin jî li gor we?an û bernameyên wan telewizyonan in. Loma di vê cihana me ya ku di warê teknîkê de gelekî bi pê? ketiye, televizyon û internet cihekî teybet digirin. Ew di jiyana  mirovan de bûne ti?tekî taybet ku êdî mirov bê wan nikare bijî.  Bi saya wan mirov dibe xwedî agahdarîyên ba? û rojane. Mirov dibe ?ahîdên gelek çand, ol û adetên cihê cihê. Her weha ti?tên xerab jî ji wan fêr dibin.

Ji xwe ne hewceyî gotinê ye ku mirov bêje; bê televizyon çiqasî bandorê li ser mirov dihêle. Bi taybetî jî zarok û ciwanên niha, wextên xwe yên zêde li ber televizyon û înternetê derbas dikin.  Ti?tên ji wir digirin dikeve jiyana wan. Ji ber vê yekê ye ku televizyon û bernameyên wê gelekî girîng in. Loma li gor vê girîngiyê her welatek li gor orf û adetên xwe li gor dîrok û çanda xwe bernameyên televizyonên xwe amade dikin. Dixwazin wan çi li welatê xwe û çi jî li cihanê belav bikin.

Ji ber vê ye ku televizyon bûnin aletên karbidestên dewletan da ku bikaribin bi rehetî bandora xwe li ser civatê bihêlin. Berevajî vê jî  dibe. Ji ber ew karbidestên welatan bi rêya televizyonê her ti?tên xwe didin qebûl kirin. Heger em bêjin ku karbidest bixwazin derewek ku berjewendiya wan tê de hebe bikin, wê di telewizyonê de 29 caran bidin gotin û ew wê cara 30î êdî bikeve serê civatê û civat êdî wê derewê weke rastiyekê qebûl bike. Lewra divê em kurd jî vê li gor berjewendiya neteweya xwe bi karbînin.

Lê dema em li televizyonên kurdî dinêrin vê nabînin an jî ez nabînim. Dema te bi çanda xwe, bi dîroka xwe bi helbest û serboriyên gelê xwe, bi adet û toreyên civata xwe, bi rêya televizyonên kurdî ti?t neda civatê, wê ew civat li rêzefilmên biyaniyan yên bi wergera kurdî tema?e bikin û wê bi yên wan mezin bibin. Her weha wê adet û toreyên biyaniyan fêr bibin. Lewra wê ew civat roj bi roj ji adetên xwe dûr bikeve û wê êdî yên xelkê, wek ya xwe bibînin û bizanibin. Ev jî xeterek mezin e.

Ji ber vê xeterê ye ku min xwest bi vê nivîsê bala telewizyonên kurdî bik?înim ku divê êdî ew vê yekê nekin. Dîroka xwe, serborî û bi çanda xwe bernameyan amade bikin û wan pê?kê?î gelê xwe bikin da ku gel jî wan binase û bizanibe.

Niha hin pirsan ji hemû televizyonên kurdî dikim. Gelo çima hûn rêzefilmên xwe bi xwe çênakin û wan pê?kê?î gelê xwe û cihanê nakin? Gelo çima hûn film û ?anoyên xwe yên li ser qehremaniya mêrxasên xwe, li ser zîrekbûna jinên kurd çênakin û wan di televizyonên xwe de dernaxin? Ma gelê kurd hindik qehraman derxistine? Ma gelo çima hûn filmên kartonî yên zarokan li gor adet, çand û civaka kurdî çênakin?

Hûn bawer bikin li ser jenosîda Dêrsîmê, berxwedana Agiriyê, serîhildana ji bona azadiya welêt tevgera ?êx Seîdê nemir bi hezaran film dikarin bên çêkirin. Lê ka yek jî tune ye. Li ser zîndana diyarbekir bi hezaran film dikarin bên amadekirin lê ka heta niha çend film bi profesyonelî hatine çêkirin û di teleziyonên kurdî de hatin we?andin? Gelo li ser jiyana malbatên enfalkirî heta niha çend film hatine çêkirin? Hûn bawer bikin serpêhahatiyên her malek enfalkirî dikare bibe gelek film. Gelo heta niha li ser qehramaniya pê?mergeyan çend film hatine çêkirin? Ha hûn bêjin malzeme tune ne, ez ne li gel we me. Bi hezaran pirtûkên kurdî hatine we?andin û ji wana gelek dikarin bibin filmên hêja. Gelek ?ano hene lê mixabin vana jî îro bê xwedî mane. Mesela ?anoya min ya bi navê DÎROKA RÛRE? ku mijara wê li ser enfala devera Barzan û 8000 mêrên Barzaniyên ku tevli cilên xwe û bi saxî hatine binerdkirin, dikare bibe film an jî rêzefilmek gelekî ba?. Ji ber ku ez bi xwe ji bona vî karî 11 mehan li devera Barzan mame û bi gelek malbatan re hevdîtin pêk anîye. Ew guhdarî kirine. Gotinên wan û bûyerên ku bi serê wan de hatine min kirîye ?ano. Min li ser kaxizê hêsirên dayikên ku kurên wan, mêr û zavayên wan hatine enfalkirin, rijandiye. Min li ser wan kaxizan, hesreta keça destgirtî aniyê zimên ku hîn jî ew li benda destgirtiyê xwe ye. Min li ser wan kaxizan hizra zarokên li dû bavê xwe hatine dinyê û nizanin ku bêjeya bav tê çi wateyê, nivîsîye…

Miletek bi dîroka xwe heye. Loma divê ew dîrok ji bona niv?ê nû bê nasîn ango mirov wê bide nasandin. Ew tenê bi pirtûkan nabe. Bi ?ano û filman xelk bêtir û rehetir dîroka xwe dikare nas bike û her weha cihan jî ya me. Lê na heger televiyonên me tenê rêzefilmin xelkê bikin bi zimanê xwe û tenê wan nî?anê xelkê xwe bidin, wê birînek nû di civatê de vekin. Wekî din jî divê televizyonên me li hev bin. Heta bikaribin yek zimanî bi kar bînin û xelkê li gor wê perwerde bikin. Wek mînak: Bikaranîna; rêzefilm, zîncîr e, xelkê belkî navên din jî hebin ez nizanim. Ba? e gelo em ê wek teme?evan ji vana kîjanê bi kar bînin? Û gelek ti?tên weke vê…

Di warekî din de televizyonên me yên hene, bûne wek partî û rêxistinên me yên salên 70î yên bakurê kurdistanê. Herkes li xwe û li hevalbendên xwe digerin. Çerçeveya wan ne fireh û neteweyî ne. Ma gelo heta niha kîjan televizyonê hefsa diyarbekirê dane nasîn û bê alî bi kesên wir de razanin axivînin an jî hevpeyvîn pêk anîna. Hinan kiribin jî tenê bi kesên nas û dostên xwe re ev yek kirine. Baweriya min ew e televizyonên me jî niha wek e?îr û rêxistinên me ne, loma pê?nakevin. Televizyon di jiyana miletekî de girîng e. Bi hêviya ku êdî televizyonên me jî girîngiyê bide vê yekê…

Heta ku televizyonên kurdî bi nerînek neteweyî, bi baweriyek rast û di çerçeweyek fireh de karê xwe nekin, ne ewê di warî tîcarîde qezenc bikin û ne jî wek televizyon wê bi pê?kevin. Gelek ti?tên din jî hene ku mirov binivîsîne lê niha ewqas bes e…

About The Author