Zimanê Kurdî ji wan re bûye kabûs

Beranê gunikre?, mêrê bi hezar mêrî, midurê rojnama Azadîya Welat Mehdî Tanrikulu, ji bo ku xwest di dadgehê xwe xwe bi zimanê Kurdî biparêze, ji alî cewrikên dêlegura Asenayê ve hat girtin û lotikek Tirkane xwar.

Çima ku Tanrikulu di rojnameyê de pesnê Ocalan daye, rebeno ket ber xezeba dadwerên dewleta Tirko û lingên wî ?emitandin. Zêdebûna ser kezebê ew bû ku dadwerên Demokratîk Tirko Cimhûrîyetî nehi?tin gunikre?ê me paraztina xwe bi Kurdî bike û gotin:”De wirde here lan, te berê paraztina xwe bi Tirkî kiriye, çawa tu bi Tirkî nizanî û dixwazi bi zimanê çûkan paraztina xwe bikî ewladim” û li dij paraztina bi zimanê Kurdî derketine.

Lê gunikre?ê me Mehdî Tanrikulu jî gunikre?ekî temam e haaaa, gotiye Nûh û ne gotiye pêxember. Ji gotina xwe daneketiye û gotiye:”Bi sê telaqên jinberdanê ez yek gotinek Tirkî naaxivim. Ez Kurd im û ezê paraztina xwe bi Kurdî bikim oxlim” û daye bin dûvê dadwerên dewletê.

Pi?tî vê gotina mêrane, çav di serê dadwerên dadgehên virqo de sor bûne, agir bi doxîna wan ketiye û ferman dane: “Êdî bes e lan, zû berê wî bidin zindana re? û tarî yalla” û lotikek bêîman li gunikre?ê me dane.

Werhasilî kelam, Mêhdîyê me niha di hepsê de virde wêde volta davêje û tizbîya xwe gihejîne. Lê dibêjin di hepsê de jî ji gotina xwe nehatiye xwarê û gotiye:”Ez vê tirê ji wan re nahêlim. Jina min ji min berdayî be, ew deh sal ceze bidin min jî ezê dîsa bi Kurdî xwe biparêzim. Hema di ku re zirav bû bela di wir re biqete, ji vî ve” û kêfa me anîye.

De xwedê ahê dadwerên dewleta Tirko ji Mêhdîyê me re nehêle û xwedê bikim topa roja qiyametê li nav ?eqê wan keve rebbî…

Stenbol

About The Author