HEHÊYYTTT, KAMYON NÎNE CINAWIR E !

Wextê tek û tûk kamyon hebûn, wê demê kamyonek xalê Cemîl hebû. Lê kamyona xalê Cemîl her dem xirabûnek derdixist û di rêyan de dima. Ev jî dibû pêkenîya heval û hogirên wî. Ji çakkirinê (temîr) dest û lepên xalê Cemîl ji rûn (dohn)  re? dibû û di nav gemarê de dima. ?ewqeya serê wî jî qirêj dibû. Xalê Cemîl gava li qehweyê bi hogirên xwe re rûdini?t, pesnê kamyona xwe dida. Laqirdî û henekên wan dibû sedema suhbetek xwe?.

Rojekê xalê Cemîl û lawê xwe ?akir diçin li kamyonê kevir bar dikin ji bo pê xanî çêkin.

?akir dibê: “ Bavo me pir bar kir, pê?î ya me hevraz e, lê ku nek?îne dîsa xirabûnek çênebe ba? e !

Xalê Cemîl dibersivîne: “ Na law tu qe meraq meke, bavê  te zor hosta ye, min saz kiriye êdî pirsgirêk tuneye “.

Xalê Cemîl ?ewqeya xwe li serê xwe bi cîh dike û li kamyonê siwar dibe, dide  xebitandin. Dibê “ Ya Ellah “ berê xwe dide hevraz.

    Kamyona xalê Cemîl li pey xwe toz û dûmanê radike, guje guja kamyonê ye. Wek piling  bi hevraz re hilpa? dibe. Kêfa xalê Cemîl tê û dest bi sitaranan dike, dizivire ser lawê xwe dibê: “ Tu dibînî  law, ev kamyona me wek cinawire ma?ela,  hevraz mevraz li ber  rêya wê papûr  e“. ?akir jî matmayî maye, bawer nake ku kamyon ewqas bi hêz e.

Werhasi,l tên kamyonê li ber derê qehwê didin sekinandin, bi quretî peya dibe.

Ji hogirên xwe re dibê: “ Law ên ku dibên kamyona Cemîlo xerabeye bila fedî bikin, min  barê giran kevir bar kir û da hevraz, wek cinawir hat we dît ne wilo ?

Ji ni?ka va pilqîn bi heval û hogirên wî dikeve û bêhemd dikenin. Xalê Cemîl kenê wan watedar nabîne, hêrs dibe.

Yek dibê: “ Cemîlo ka xeznoka (kasa) kamyonê, law çi kevir çi barê te anî ?

Xalê Cemîl gava lê mêze dike çi bibîne, birastî kasa kamyonê ne  li  ser e, bi ?ase tenê maye. Xemgîn û ?ermok radibe cardin pa? de diçe, bala xwe didê kelebçe qetyaye û kasa  kamyonê di bin hevraz de ketiye xwarê. Lewma bê kase wek piling  ji  hevraz  derketiye.

Îcar hogirên wî li ser vê bûyerê klam derxistibûn.

Halê me Kurdan jî wek kamyona xalê Cemîl e bêguman.

Me zimanê xwe, tevgera xwe, çanda xwe di hevraz de ji ser pi?ta xwe  xistiye xwarê. Wek pilinga em bi tevger û zimanê  Ereb, Tirk û Farisan dibezin mixabin. Ev çi to Kurdayatî ye gelo ? 

Ne ez bêjim ne jî hûn seh kin û  hew..! De rûnên û li halê xwe bigirîn..

Kurdistan

About The Author