Êdî wê Kurd têra xwe dijûnan bikin

Hikûmeta cîgerim Erdogan, lotikek teqlo meqlo avêt û çend xalên makzagona Arnavût Kenan dan guhertin.

Li gora xalek ji xalên nû yên makzagonê, êdî wê partiyên siyasî karibin di hilbijartinan de bi zimanekî din jî lotikan bavêjin û têra xwe pesnê xwe bidin. Li gora qanûna berê ya Arnavût Kenan Evren, meriv nikaribû di hilbijartinan de ji derveyî zimanê dêlegura Asenayê bi zimanekî din lotik bavêtina.  Lê Cîgerim Kasimpa?alî Receb da bin dûvê qanûna Kenan Evren, qûn lê qetand û got:Êdî bes e la!

Li gora qanûna nuh, wê namzetên meclîsa Tirko û virqo karibin bi zimanê xwe, ango bi Kurdî jî propaganda xwe bikin û pesnê lotikên xwe bidin.  Ê helbet propaganda bê xeber û dijûn jî ne xwe? e ha, divê di wê propagandayê de dijûn û xeber jî hebin ku naveroka propagandayê bê dagirtin û wek ?orba nîskê xwe? be.

Meselen meriv kare di propagandaya namzetiya meclîsa Tirkiyê de vê sloganê bi cîh bike: Min di we kirino!

Meselen gava ez propaganda xwe û kiryarên xwe bikim, yan gava ez partiyên wek CHP û MHP rexne bikim, ezê bêjim :”Min di we kirino, çima hûn derewan dikin oxlim!” û naveroka propaganda xwe dagirim.

De li ser xêrê be û xwedê lotika Kasimpa?alî Receb qebûl bike rebbî.

Bi ?e? telaqên jinberdanê, ji niha de ez bûme namzetê meclîsa Tirkiyê ji bo ez karibim têra xwe xeber û dijûnan di propagandayê de bikim û bêjim:”Min di we kirinoooooo!”

Enqere

About The Author