Bajo Jano bajooooooo!

Li ser bextê fitne û gelacên televizyona Kurd 1ê be, dibêjin romannivîsê Kurd, kilê çavên keç û jinên 18 heta 100 salî, xortê germik û nermik kekê me Jan Dost, derketiye ser ekranên Kurd 1ê û lotikên qerase virde wêde avêtine.

Dibêjin pi?tî ku Jan Dostê me behsa romanên xwe kiriye, mesele aniye ser serok û rêberan jî û dilê xwe rehet kiriye.

Fitne û fesadên televizyona Kurd 1ê ji sîxurên me re gotine:“Bi sê telaqên jinberdanê, em bi serê Kendal Zana kin, Jan Dost tirr ji serok û rêberan berda û got „Nabe ku rêberên Kurd lêborînê ji dijminên xwe bixwazin  babam, wî! Ma kesên ku serê xwe li ber dijminên xwe xwar bikin û  wek peppûkan lêborîna xwe bixwazin, karin bibin serok cîgerim?“ û da bin dûvê serok û merokên Kurdên sererd û binerd ellawekîl.

Axir, ez serê we û fesadên televizyona Kurd 1ê neê?înim, Jan Dostê me lotikek Kurdewarî avêtiye û îman li serok û merokan çikandiye.

De xwedê miradê Jan Dostê me bi 70 horîyên bihu?tê bike û aqûbet li serê temamê rew?enbîr û nivîskarên Kurd be rebbî..

Parîs

About The Author