Kurdan berî 7 hezar salan bîra vedixwar

Di dema me de vexwarina ku herî zêde ji alî zilaman de tê vexwarin bîra ye. Hem alkola wê kêm e û hem jî ji bo paqijkirina gurçikan yek û yek e. Her çiqasî bîra wek vexwarina zilaman tê naskirin jî, lê derketiye holê ku bîra di bingeha xwe de vexwarina jinan e û bi destê jinan hatiye çêkirin.

Dîrokzan û nivîskara Jane Peyton, pi?tî lêkolînek dûr û dirêj derxist holê ku bîra berî 7 hezar salan li Mezopotamya (li Kurdistanê) ji alîyê jinan ve hatiye çêkirin. Peyton xanima germik û nermik bi ?e? telaqên mêrberdanê sûnd dixwe ku bîra berhema jinan e û bi hezarê salan çêkirina bîrayê ji alîyê jinan ve hatiye me?andin.

Xanima germik û nermik Jane Peyton, ji sîxurên Lotikxanê re behsa lêkolîna xwe kir û got:“Mêrê min ji min berdayî be, berî heft hezar salan jinên Kurd li Kurdistanê (Mezopotamyayê) bîra çêdikir û ew di xwarin û vexwarinan de bi kar tanîn. Di civakên kevnar de bîra wek berhem û xelata xwedayên jin dihat qebûlkirin û çêkirina bîrayê tenê di milkayetîya jinan de bû“ filan û fîstan.

Jane Peyton dibêje ku „hetanî berî 200 salan jî bîra wek maddeyek xwarin û vexwarinê ji aliyê jinan ve dihat bikaranîn. Pi?tre mêran dest bi vexwarina bîrayê kiriye û di nava demê de bîra wek vexwarina zilaman hatiye naskirin“.

Peyton xanima nermik bi dewamî got ku „çêkirina bîrayê berî heft hezar salan li Mezopotamya (Kurdistan) û di nava Sumeran de hatiye çêkirin“.

Werhasilî kelam, çawa ku medenîyet û ?aristanî ji Kurdistanê derketiye, e?kere bû ku bîra û pêve girêdayî „serxwe?î“ jî dîsa ji Kurdistanê derketiye. Li gora Jane Peyton xanim dibêje, hetanî berî 200 salan jî zilaman nizanîbû bîra çi ye. Lê pi?tî ku jinan ew hînî vexwarina bîrayê kir û qûn li wan qetand, zilam bûn muptelayê vexwarina bîrayê û bîra bi navûdeng bû.

Axir, bîra malê Kurda ye cîgerên min. Li malê xwe xwedî derkevin, wê vexwin û biparêzin û vê tirrê ji xelkê re nehêlin. Lê xwedî derkevin ku berî Tirk bêjin: „Dêlegura dayika me Asena jî bîra vedixwar û bîra sedî sed a Tirka ye“ û hûn sax….

About The Author