Me Bakîyev dawetî Lotikxanê kir

Wek hûn zanin, li Komara Kirgizistanê qiyamet rabû, mixalifan lotikek bêîman li Serokkomar Kurmanbek Bakîyev xist û tirr jê berdan. Pi?tî vê lotika bêîman, rebenê Bakîyev terka welatê xwe kir û revî revî çû Kazakistanê.

Werhasil, dibêjin pi?tî rebenê Bakîyev reviyaye Kazakistanê, perî?an û ?erpeze bûye û tirr tê de bûne fis. Li ser vê yekê, me wek Komela Sîxurên Lotikxanê yên li Kazakistanê dawetnameyek ji birêz Bakîyev re ?and û ew dawetî dîwanxana Lotikxanê kir.

Me di dawetnameya xwe de eynen wilo nivîsand:”Birêz Bakîyev, cîgerim û canekem. Me bihîstiye ku te welatê xwe terikandiye û lotikek bêîman xwariye. Ji ber ku em Lotikxanecî dilbirehm û dilnazik in, mirovperwer, germik û nermik in, wîjdanê me tehamil nekir em te di vî halî de bibînin. Birastî wîjdanê me qebûl nake ku qeraseyekî mîna te koçberî welatê xelkê bibe û çavê wî li ber parîyek nanê xelkê be. Ji ber vê yekê, em te dawetî dîwanxana Lotikxanê dikin û em amade ne di nava 15 rojan de mafê rûni?tin û hemwelatîya Lotikxanê bidin te. Ê de haydê cîgerim, zû were û mineta kesekî din jî li xwe neke. Ji xwe ?orba nîskê û tir?ika êvarî ji a?xana me kêm nabe. Hema rabe û rûnê ?orbe û tir?ika bela? bixwe û li kêfa xwe binere” filan û fîstan.

Axir gelî xwendevanan, me wek insan erka xwe ya insanetîyê anî cîk û cîgerim Bakîyev dawetî Lotikxanê kir.

Îcar tê yan nayê ji xirrê we ve û hûn sax…

Kazakistan

About The Author