Xwedê wan bike bûk û zava rebbî


Bê yekîtî û hevkarî Kurd tucarî bi ser nakevin. Kî çi dibêje bila bêje, kî dibê “dewê min ?êrîn e” bela bêje, kî dibêje “Rustemê Zal ez im” bila bêje, heta ku Kurd nebin yek û di çarçova xetên berjewendîyên Kurd û Kurdistanî de neyên cem hev, ne em Kurd bi ser dikevin û ne jî kes hesabê me dike. Ji ber vê ye ku bav û kalên me dibêjin:”Destê bi tenê deng jî nayê” yan jî “mero bi destekî nikare rahije du zebe?an”.  Yekîtîîîî û bavê min yekîtî!!!!!

Axir, li ser bextê fitne û gelacên bajarên Amed û Enqerê be, dibêjin sê partîyên Kurd (BDP, HAK-PAR û KADEP) lotikên nêzîkbûnê davêjin û xwedêgiravî dixwazin di nav refê platformekê de bên cem hev.  Wey li ser xêrê be rebbî!

Lê wê kî bawer bike gelo? Ev cara çenda ye ku heman lotik tên avêtin û Kurdan xeyal?ikestî dikin? Bi ?e? telaqan xwe? xeber e, lê min bi xwe ne bawer e cîgerlerim. Dilê min dixwaze ku îro bibin yek û dev ji wê çîroka “ezezîyê” berdin. Lê kaaaaaaaa!?

Ez serê we zêde naê?înim û dirêj nakim gelî xwendevanan.

Lê ez karim yek ti?tî tenê bêjim sayin serok û wezîrên BDP, HAK-PAR û KADEPê.

Yan dev ji wê paye û helahopa karîyerîzma xwe berdin û di xetên Kurd û Kurdistanî de bibin yek, yan jî partîyên xwe fesih bikin û werin di nav refê “Kurd Lotikxane Partîsî” de bibin yek û hûn sax…..

De yalla, em li benda hatina we ne cîgerno….

Enqere

About The Author