Partîya me lotikek pa?ûpê? avêt, ber bijî!

Makzagona niha ya Tirkiyê bi destê generalên fa?îst ên wek Kenan Evren hat amadekirin û wek toqa naletê bi Kurd û Tirkan ve zeliqî. Makzagona ku ev zêdeyî 30 salan e qû?ê li civaka Tirkiyê diqetîne, îro ketiye pêvajoya guhertinê û cîgerim Kasimpa?alî Receb dixwaze vê toqa naletê ji stuyê civaka Tirkiyê derxîne. Lê mixabin hinek ji partîyên ku li ser navê Kurdan di meclîsê de ne li dijî vê lotika Kasimpa?alî derdikevin û di refê CHP a Kemalîst de cîh digrin.

Guhertina makzagona darbeya eskerî ya 1980î bi serê xwe ?ore?ek e. Ev makzagona ku ji serî heta binî li ser hîmên Kemalîzmê hatiye amadekirin û bêhna ?ovenîzm û fa?îzmê jê difûre, îro bûye ciyê nîqa?ê û dê weledê xwe davêje. MHP, CHP û dezgehên Kemalîst agir û ji dev û pozên xwe dibarînin û naxwazin ev makzagona xwînmij bê guhertin. Ê helbet, gava makzagon bê guhertin wê stûnên Kemalîzmê ji kokê de bihejin û hêdî hêdî biherifin. Ev jî li kar û fêda Kurdan û civaka Tirkiyê ye, di berjewendîya demokrasî û pê?ketina mafê mirovan de ye. Lê çi hikmet be partîya me ya ku xwedêgiravî li ser navê Kurdan di meclîsê de ye û xwe wek nûnerê Kurdan dibîne, be?darî nîqa?ên guhertina makzagonê nabe û wek CHP meclîsê terk dikin, di refê CHP a Kemalîst de cîh digrin.

Makzagona ku sedema herî mezin a girtin, kujtin, ?ewitandin û talankirina Kurd û Kurdistanê ye, makzagona ku rê li ber demokrasî û mafên mirovan digre, makzagona ku ji ber makzagona Mussolînî hatiye girtin, bi xêra lotikên Erdogan û hikûmeta wî hêdî hêdî çîrvîrî hev dibe û lotikek bêîman li Kemalîzmê dikeve.  Ji ber vê ye ku partî û dezgehên fa?îst yên wek CHP û MHP diewtin û dikin zare zar.

Çima ku wê guhertina makzagonê rê ji mafê mirovan û demokrasîyê re veke, çima ku wê guhertina makzagonê rê ji zimanê Kurdî û hinek mafên din re veke, çima ku wê makzagon îdeolojîya Kemaîzmê biherifîne, partî û dezgehên Kemalîst wek gurên devbixwîn êrî?î Erdogan û hikûmeta wî dikin û dixwazin ji guhertinan re bibin asteng. Lê Kurd û partîya wan BDP? Çi fêde û berjewendîya Kurdan di astengbûna guhertina makzagona Kemalîst de heye? Ma yek ji sedema înkarkirin û tunekirina Kurdan ne ev makzagona Kenan Evren e? Ma ev makzagon ne li ser înkar û qirkirina Kurdan hatiye amadekirin? Ma JÎTEM, Ergenekon û çeteyên dewleta kûr ne bi vê makzagonê qira Kurdan anîn? Naxwe çima BDP li dij guhertina vê makzagona fa?îst derdikeve ka hûn nabêjin qarda?im?

Werhasilî kelam, mixabin partîya me BDP rûn li ser nanê CHP û Denîz Baykal efendî kir kir û serê me bera ber me da.  Halbûkî partîya ku herî zêde mexdûrê vê makzagona fa?îst e BDP ye. Partîya ku herî zêde bi vê makzagona Kemalîst û fa?îst ê?iyaye  BDP ye. Partîya ku herî zêde lotik û zîtirkên Kemalîzmê ji vê makzagonê xwariye dîsa BDP ye. Ê naxwe çima hûn li mexdûrîyeta xwe xwedî dernakevin û pi?tgirîya guhertina vê makzagona tarî û lotikên Kasimpa?alî Receb nakin babam? Yaw carekê jî siyasetek serbixwe bime?înin û bi îrada xwe helwestê deynin cîgerlerim, ma heta kengî hûnê li benda ayet û ?îretên rojên Çar?emê bin ey hawar?

Neyse, min dirêj kir ellawekîl. Yanî min digo ezê îro hindik û rindik binivîsim û serê we neê?înim, lê hefsarê pênûsê ji destê min filitî û bêxwedîkê berê xwe da seyd û nêçîrê…

Hertim henek nabin lo, carna siyaset jî xwe? e dînime îmanime…

Heta lotikek din xwedê kerîm û rehîm e..

Swêd

About The Author