Navê xwe yê rastîn e?kere kir

Lotikvana navdar Hulya Av?ar, di bernama xwe de behsa xwe û malbata xwe kir û kela gilî ket qirika wê. Di bernama xwe ya bi navê “Hulya Av?ar dipirse” de Av?ar, stranbêja Kurd Aynûr Dogan kir mêvan û bi hevre ketin nav sohbet û laqirdîyan.

Hulyaka me di bernama xwe de cara yekem behsa navê xwe yê Kurdî kir û kelegirî bû. Av?ar xanima germik û nermik got ku “di mala me de ji derveyî navên Kurdî navên din nedihatin bikaranîn. Bavê min bi dizî li stranên Kurdî guhdarî dikir û bandora wan stranên Kurdî li min jî dikir”.

Hulya Av?ar a germik û nermik, behsa navê xwe yê berê jî kir û got.”Di zaroktîya min de navê min “Malakan” bû. Ji ber ez zarokek gewr û boz bûm, navê min kiribûn Malakan. Malakan tê wateya “Rûsên zerik – Rûsên Gewrî boz”. Navê bapîrê min Apo û yê dapîra min jî Daduk bû”.

Axir, Hulya Av?ar yanî Malakan xanim, di gellek wesîleyan de Kurdbûna xwe înkar nake û dibêje: „Ez ji alîyê bavê de Kurd im û pê serbilind im“.  Wek tê zanîn, dotmama wê Yuksel Av?ar jî niha cîhgira ?erafettîn Elçî ye û di nav partîya KADEPê de xebata xwe ya siyasî dime?îne.

Belê gelî xwendevanan, ji îro û pêde ji Hulyaka me re bêjin Malakan û bi navê wê yê rastîn bang lê bikin.  Ji xwe heger hûn lê bikolin, wê derkeve holê ku ji sedî 90ên hunermendên Tirk bi koka xwe Kurd in. Lê mixabin ew zanebûn û ruhê netewî bi wan re çênebûye ku nasnama xwe e?kere bikin û bên ser rêya îmanê, îmana Kurdî.

Malakan xanim dîsa car caran rastîya xwe û malbata xwe dibêje. Lê hinek xwelîliser hene ku tew ?erm û fedî dikin ku bêjin em Kurd in. De xwedê miradê Malaka me bi 70 Nûrîyên bihu?tê bike rebbî…

Stenbol

About The Author