Lingek wî li Stenbolê, lingek wî li Kurdistanê ye

Belê, stranbêjê navdar û îsotçîyê Ruhayî cîgerim Îbrahîm Tatlises, ji bo pêkanîna projeyên xwe serdana Silêmanîyê kir û dê weledê xwe avêt.

Pi?tî hella hop û govend û dîlanê, Îboyê me preskonferansek li dar xist û pesnê Kurdistanê da, ew firand ezmanê heftan. Îboyê me herweha spasîya Mam Celal kir û got:”Ez pir kêfxwe? im ku li  bakurê Iraqê (ma wêre bêje Kurdistan?) dest bi lotikan dikim û be?darî avadanîya wê dikim. Celal Talabanî dil û gurçikên min e, spasîya wî dikim ku bûye alîkar û her rêyên hêsan ji bo min vekirine” filan û fîstan.

Werhasilî kelam, em nizanin bê Îbrahîm Tatlises di çûna xwe de go?tê elokan ji Mam Celal re biriye yan na, lê fitne û fesad dibêjin ku niyeta îsotçî Îbo heye ku bibe kirîvê Mam Celal û xwîna xwe li dawa hev xin.

Ne li ser bextê me be, gendel û zinêkarên bajarê Silêmanîyê dibêjin ku belkî Îbo bi jinek Silêmanî re bizewice, bibe hemwelatîyê Silêmanîyê û hetta Soranî jî hîn bibe. Li ser bextê fitne û gelacan be.

Lê xuyaye wê ji îro û pêde lingek Îbo li Stenbolê û lingek wî jî li Kurdistanê be. Êêêêê, çawa be balafira taybet di bin mêro de ye û Mam Celal jî li pi?ta wî ye, ma çima na babam?

Axir lo, hema kî Kurdistanê ava bike û kevirekî deyne ser kevirê din, mala wî ava be û hûn ji min re sax…

Silêmanî

About The Author