Cîgerim Korkmaz jî Lotikxanecî derket

Lotikxane çi kesê ku azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê dixwaze, wek endamê xwe yê ?erefê dibîne û xwedî lê derdikeve. Ji ber vê, Kurdên azadî û serxwebûnxwaz bê lamûcîm endamên „Demokratîk Lotikxane Partîsî“ tên hesibandin û navê wan di „Dosya Sor“ a Lotikxanê de tê nivîsandin.

Werhasil, berdevkê TEVKURDê parêzer Sabahattîn Korkmaz, hevpeyvînek qerase bi Ak News ê re kiriye û kela dilê xwe hênik kiriye. Cîgerim Korkmaz di hevpeyvînê de dibêje:“TEVKURD niha mafê çarenûsî diparêze. Kurd miletek in û Kurdistan jî welatek e. Tu fikra min a ?exsî û ya bi gi?tî kadroyên TEVKURD’ê bipirsî, daxwaza me serxwebûn e. Lê Federasyonek wekhev, demokrat û adîl jî riyek çareseriyê ye û maqûl e“ û tam wek Lotikxanê diaxive.

Ez serê we neê?înim, em Lotikxanecî netewparêz, li gora hinekan îlkel mîllîyetçî û mirîdên serxwebûna Kurdistanê ne qarda?im. Xwe virde wêde nebin û vene?êrin. Bi ?e? telaqên jinberdanê, bi serê Xelo û Celo, çi kesê ku serxwebûna Kurdistanê biparêze Lotikxanecî ye û xelas, wî!

De tu bi xêr hatî nav refên Lotikxanecîyan kek Sabahattîn. Ji xwe parêzerekî ba? ji Lotikxanê re lazim bû. Wê Baroya Parêzerên Lotikxanê bi hatina cenabê te dewlemendtir û ge?tir bibe ellawekîl.

Seeta te xwe? be, xwedê 70 horîyên bihu?tê bide her Kurdê ku serxwebûnê dixwaze rebbî…

Amed

About The Author