Yan zewac, yan birçîbûna mirinê

Wek tê zanîn, serokên Tevgera Rêya Ronahîyê ya Perû yê Abîmael Guzman û Elena Yparraquîrre, berî çend salan hatibûn girtin û ketibûn ber lotik û zîtirkên hêzên ewlekarîya Perûyê. Rebenan ev çend sal in di zîndanê de ne û wek serekdijminên hikûmeta Perûyê tên darizandin.

Di salên 1980-90î de, di ?erê navbera Rêya Ronahîyê û hêzên dewletê de zêdeyî  70 hezar kes hatibûn kujtin û qiyamet rabûbû. Lê pi?tî Guzman û hinek rêveberên din hatin girtin, tirr di hêza Rêya Ronahîyê de nema û fisiya û li ser dûvê xwe rûni?t. Rêya Ronahîyê rêxistinek Maoîst bû û fikra Mao Zeytûn diparaztin, dixwestin bi zeytûnan ?ore?a Perûyê li dar xin.

Werhasilî kelam, niha Abîmael Guzman û Elena Yparraquîrre dixwazin di zîndanê de bizewicin û dibêjin “ÊDÎ BES E!”

F?tne û fesad dibêjin ku hingî di hepsê de li herduwan jî rabûye û derdê xiyar û bacanan li serê wan xistiye, serî li dadgehê dane da ku herdu bizewicin û hevdu bi lotikan binermijînin. Her çiqasî qanûnên Perûyê rê li ber zewaca wan nagre jî, lê bêbavên dozger û dadweran naxwazin ew bi miradê xwe ?a bibin û hevdu bigevizînin.

Ji ber vê sedemê, herdu lotikvanan biryar daye û dibêjin:”Yan emê bizewicin û yan jî emê dest bi grêva birçîbûnê bikin”.

Niha herdu di pêvajoya grêva birçîbûnê de ne. Xwedê neyne serê kesî rebbî, dibêjin grêva birçîbûna doxînê ji grêva birçîbûna zik xerabtir e.

Axir, Abîmael Guzman û Elena Yparraquîrre bi tenê nehêlin û pi?tgirîyê bidin yekîtîya doxîn û binzikê wan gelî xwendevanan. Lêrabûn zehmet e û xwedê li kesî raneke rebbî…

Perû

About The Author