Her bijî xalê Melle Silêman!

Platfotma Dîcle-Firat bi navê „îttîhadî-Îslam û Saîdê Kurdî“ li Amedê sempozyûmek li dar xist û lotikên pir pîroz avêtin. Di civînê de kesayetên wek M.Siddik ?eyhanzade, Melle Silêman Kûr?ûn, Altan Tan û Muhammed Kaynûn axivîn û rastîya di navbera Kurd û Îslamê de anîn zimên.

Melle Silêman, di axavtina xwe ya Kurmancî de got ku „Hz. Mihemed (SAV) li dijî Kurdan tê bikaranîn û ev helwest jî hem li dij mafê mirovan û hem jî li dijî Îslamê heqaretek mezin e“.

Mele Silêman Kûr?ûn, pir vekirî anî zimên ku „bikaranîna gotina Kurd û Kurdistanê ne li dijî Îslamê ye, bilêvkirina mafê çarenûsî û xwestina azadî û serxwebûnê mafê Kurdan e û ne li dijî Îslamê ye“,

Birastî axavtina Melle Silêman Kûr?ûn û be?darên mîna M.Siddik ?eyhanzade, Altan Tan û Muhammed Kaynûn, ji axavtin û nerînên piranîya siyasetmedarên ku qa?o îro xwe wek nûnerên Kurdan dibînin, pê?ketîtir û Kurdewarîtir bû. Her bijîn!

Xalê me Melle Silêman Kûr?ûn, bang li Serokkomar Abdullah Gul û Serokwezîr Erdogan jî kir û got:“Êdî dev ji siyaseta çûkdeveyan berdin, serê xwe ji nav qûm û zixuran derxin“ û got ku mesela Kurd meseleya azadîyê ye, divê Kurd jî wek Tirk, Ereb û Farisan xwedîyê mafên xwe bin“.

Melle Silêman Kûr?ûn, di berdewamîya axavtina xwe de her dîsa Kurdewarî û Kurdistanî axivî û got ku „Divê erdnîgarîya Îslamê bi ?iklê komaran bê hûnandin, bi taybet jî ev ji bo Kurd û Kurdistanê misoger û pêwist e. Kurdistan dilê erdnîgarîya Îslamê ye û divê tevgerên Kurd jî hesasîyetên Îslamî bigrin ber çav“ û îman li Îslamîstên nîjadperest çikand.

Werhasilî kelam, divê her Kurdê misilman wek Melle Silêman Kûr?ûn û kesên ku mîna wî difikirin, bi mejiyekî Kurd û Kurdistanî nêzîkî doza Kurdî bibin, bê tirs li rastîyan xwedî derkevin û nebin ma?ikên nîjadperestên Tirk, Ereb û Farisên ku Îslamê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin. Divê Kurdên misilman ji Tirk, Ereb û Farisan re nebin dûvik, neyên lîztikên wan û di xizmeta qewmîyeta xwe de bin.

Silavên xwedê li ser we bin

Amed



About The Author