P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Kurdistan kirin Çernobîl


Bazê Qendîlê

Niha min xeberek di Pukmedia de xwend, dibêjin vê sibehê teqînek di fabriqa hesin ya Hewlêrê de çêbûye, 5 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne. Sedema teqînê jî, li gor xeberê ew e, dema cihêkirina hesinên ku ji ba?ûrê Îraqê tînin fabrîqê, bombek di nav de teqiyaye û ev ecêb bi serê kakacanan de aniye.

Welleh, billeh, tilleh we Kurdistan kiriye “Chernobyl” kaka! Hesinê wan tank, top û çekên ku hemî jahr û ûranyom e.  Ji ba?ûrê Iraqê tînin û li Kurdistanê dikin hesinê xaniyan û difro?in xelkê. Tenê xwedê dizane bê çiqas tî?tên ûranyomî di nav mal û xaniyên xelkê de heye! Ji ber vê jî tu dinêrî bê çiqas nexwe?îya pence?êrê li Kurdistanê belav bûye û tirrên xelkê kirine fis û malik li wan viritandiye!

Di 2004 an de, pi?tî rûxandina rejîma wî kûçikbavê Seddam, hey min di tirbê de mîzto, ewqas hesinê tank û topan dihat Kurdistanê, îca yê ku li vir dima û yê ku bi dizî diçû Îranê. Hin xêrxwazan, wê demê têstek li ser wan hesinan çêkirin da bibînin ka çiqas ûranyom di nav wan de heye.

Têst li navçeya pî?esaziya Silêmanîyê û li ser sînorê Îranê hatibû çêkirin. Yên ku têst çêkiribûn dibêjin: Dema me cîhazê dîtina ûranyom nêzîkî wî hesinî dikir, derzîya cîhazê me ta dawî lêdixist. Me raportek amade kir û da berpirsan, lê ji me re gotin ku êdî nabe em behsa vê problemê bikin ji ber wê Emerîka ji me aciz bibe û raporta me ket bin maseyan, fetisî!

De îca werin û xwelîya heft gund û bajaran bi ser serên xwe de nebarînin! Welle we Kurdistan kir Chernobyl û we ji bo çend qirû?an qû? li xelkê qetand!

Kurdistan

Ev nivîs 425 carî hatiye xwendin


Şirove bike