NEKIN EWKE EWK !

Memo zarok bû, çûbû taxa jorê tevî heval û hogirên xwe dileyizt. Etarek hat ber derê malekê. Memo wextê hirmên gir dît ava devê Memo herikî. Bi xiro? û tatêl bazda berê xwe da mala xwe ku hinek genim (dexil) ji dayîka xwe bistîne û were hirmê bikire.

Deng li dayika xwe kir û got: “ Ewkê ewkê ! Welehîn ewkek hat taxa jorê, mala ewkê û ewkê wisa gir anîye, her ewkek bi qasî ewkekî ye”.

Dayîka wî jê ti?tek fêm nekir û got: “ Lawo ka hela rast biaxive, tu çi dibê ? Ewke ewka te ye wîîî!“

Memo hinek bêhna xwe da, pa?ê dayika xwe serwext kir, merama xwe anî zimên.

Werhasil, Memo firaqek dexil (genim) hilda û bi  lez çû hirmê ji etar kirî, kesera dilê xwe anî cîh. Ewke ewka wî qedîya.

Em Kurd jî wexta dijminê xwe dibînin li ber çavê xwe mezin dikin û dibe “ ewke ewka “ me, lê ye em ji tirsa derpîyên xwe bilewitînin. Malnexerabno, ma hûn ji çi ditirsin! Bila ew bikin “ ewke ewk “ ku bêtirs hatine li ser xaka me rûni?tine ne wisa?

Ku hûn hewl bidin bêjin “ hött “ ewê navrana derpîyê xwe bi lewitînin û bêhna tir û fisên wan bi ser wan bikeve ellawekîl.

Ez di bextê we de me ?îyar bin lo, êdî pi?tgirîyê bidin doza xwe ji bo xwedê! Bav û kalan badilhewa negotine “ mêrê dilawer di oxirmê giran de kif? dibe “ ha…

Kurdistan

About The Author